02 september 2024

Tirkan li Îzmîrê leşkerekî amerîkî êsîr girtin û tûr xistin serê wî


Li Îzmîrê komek tirk wek wahşan, wek gurên har ên devbixwîn li leşkerekî amerîkî hatin hev, tûr(çewal) xistine serê xort. Vîdeoya xwe jî belavkirin, gotin me heyfa xwe ya 2003´a ji Amerîkayê girt.

Di 4´ê temûza 2003´a da leşkerên amerîkî li Silêmaniyê bînbaşîyek û 11 leşkerên tirk ji ber haziriya teqîneke terorîstî girtin. Dema ew birin îfadeyê, ji bo ku der dora xwe nebînin, bi rê da, di cemseyê da tûr(çewal) xistin serê wan.

Ev yek ji tirkan ra bûye kul, bûye merez. Îro leşkerekî amerîkî li çarşiya Îzmîrê êsîr girtin, komek li xort civiyan, bi darê zorê tûrek(çewalek) xistin serê wî û gotin me heyfa xwe ji Amerîkayê girt. Vîdeoya êsîr girtina xort jî belav kirine.

Ez reaksîyona Amerîkayê pir meraq dikim. Dibê Amerîka vê barbariya tirkan bêbersîv, bêceza nehêle.

Meriv ne ehmeq be, ne faşîstên bêmeju be zorbatîyeke wiha li xortekî amerîkî nake. Lê her tişt, her barbarî ji tirkan tê.
Kerîyek gurên har li xortekî civiyane, ji viya ra dibêjin mêranî. Barbarî û rûreşîyeke ji viya mezintir tune ye. Ancax însanên kûvî tiştekî wiha bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE