03 september 2024

Tirkiye çima hewqas zulmê li kurdên Kurdistana Federe dike?

Piraniya tirkan, faşîst, kemalîst û îslamîstên wan bi çavê dijmin li kurdan dinêrin, ji kurdan nefret dikin. Viya em giş zanin.
Lê bi taybetî jî ji kurdên başûr û rojavbayê Kurdistanê pir diqeherin, nefreta ji wan gelkî zêdetir e.
Çimkî ew xwedî statuyeke kurd û Kurdistanî ne. Xwe îdare dikin, wek me ne bindest in, kurdî zimanê resmî ye, zarok bi kurdî perwerde dibin. Ala Kurdistanê li wir hêl dibe.

Ev yek Tirkiyê û tirkan pir nerehet û aciz dike. Lema jî di çûn û hatinê zulmê li kurdên Kurdistana Başûr û Rojava dikin.

Kurdên başûr li gumrikê, li balafirxanê, bi riyan da disekinînin, miameleyek cuda bi wan ra dikin, wan pir nerehet dikin, wan saxî dikin. 
Telefonên wan ji wan distînin, îfadeyên wan digrin, wan zêde didin sekinandin.
Çimkî kurdên başûr baş xerab xwedî statueyeke netewî ne, wek me ne bindest in. Ev azadiya kurdan wan pir nerehet dike. Lema gava fersendê dibînin kurdên başûr û rojava zêde diêşînin.
Bêdengiya hukûmeta Kurdistanê bêtir cesaretê dide tirkan û hukûmeta Tirkiyê.
Îraq ji xwe dengê xwe nake. Axaftina konsulê Îraqê yê Stenbolê li ser kuştina Hekîm Lukman wek ya pûlisekî tirk, berdevkekî Tirkiyê bû. Mêrik got derew e, sebebê kuştina wî ne nîjadperestî ye, meseleyeke şexsî ye. Lê birayê Hekîm jî dibêje ji ber ku Hekîm di telefonê da kurdî peyivî bela xwe di me dan, li ser wê şer derket.

XXX

Sefîrê Amerîkayê yê Anqerê li ser leşkerê amerîkî yê çend tirkan li Îzmîrê girtin û tûr xistibûn serî wî beyanek daye. Beyaneke zêde zêde maqûl e, ji ber girtina êrîşkaran sipasî berpirsiyaran hatiye kirin. Beyaneke tam li gorî dilê tirka ye.

Di medya sosyal da tirk ji tirsa ketibûn hev, digotin Amerîka ewê mala me bişewitîne, dibê em dînîtiyên wiha nekin.

Lê li ser kuştina Hekîm Lokmanê dihokî yê li Stenbolê hat kuştin, di medya sosyal da tirkekî jî xemgîniya xwe nîşan neda. Her kesî qulpek din bi bûyerê va dikir û digot çê û xweş bûye.

Dinya wiha ye, gava hêza te tunebe kes ji te natirse. Mala bêkûçik diz bêtirs dadikeve neqeba wê. Kûçikê bêxwedî her kes kevira tê wer dike.

Tirk ji me natirsin, lema pir rehet zulmê li me dikin, me li me dixin, heqaretê li me dikin, me dikujin.

XXX

Amedspora me do bi şev li Rihayê 3-0 Kocaelispor bir û bi 3 pûanên pir muhîm ji Rihayê xatir xwest.

Ev serketina pêşî li hemû kurdan, li alîgirên Amedsporê pîroz be.

Pir baş bû Amedspor li wîlayeta min, li ba hemşeriyên min mexlûb nebû. Kêfxweş bûm.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE