03 september 2024

DÎAKURD´ê karekî tarîxî û pir muhîm kiriye


DÎAKURD´ê ji bo ku kurdên Kurdistana Bakur mafên xwe yên netewî bigrin, xwe îdare bikin, bi riya abûqatên xwe serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daye û daxwaz hatiye qebûlkirin.

Qebûlbûna daxwazê ji alî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo me kurdan serketineke baş e. ev gav ewê hin tiştên din jî bi xwe ra bîne.

Cara pêşî ye kurd bi daxwazeke wiha serî li Neteweyên Yekbûyî didin.
Gaveke di cî da ye û pir jî muhîm e. 

Ez Dîakurdê û herdu abûqatên wê, Hişyar Ozalp û Ridvan Dalmiş pîroz dikim.

Teşebuseke wiha dibê ji zûda hatiba kirin, lê partiyên me, siyasetmedarên me, huqûqzanên me hetanî nuha bîra riyeke wiha nebirin. Ev gava hêja bû nesîbê DÎAKURD´ê.

Hêvî dikim Neteweyên Yekbûyî bersîveke pozîtîf bide, neheqiya bi Peymana Lozanê li kurdan hatiye kirin qebûl bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE