04 september 2024

Bawerîya meriv bi hev neyê meriv ji hev dûr dikeve

Lîstikvanê taximê Kocaelîsporê Ahmet Oguz li ser maça Amedsporê û Kocaelîsporê gotiye:

”Di maçeke hewqasî muhîm da çawa dibe hekemekî rojhilatî(yanî hekemekî kurd)tayin dikin ez fêm nakim? Çawa be rojhilatî ye! Bi rastî ez viya fêm nakim.”

Gava tirkek baweriyê bi kurdekî neyne, kurdek jî ewê baweriyê bi tirkekî neyne. Ewê wiha bibe. 

Lê nebaweriya Ahmet Oguz ji kurdekî numûneyeke sosyolojîk e, pir muhîm e. Tirkek di heqê kurdekî da, di heqê yekî ji Kurdistanê da çi difikire nîşan dide.

Baweriya tirkan û kurdan bi hev nemaye. Ev tiştekî baş e, bingehê, şertê dûrketina kurdan ji tirkan e. Bawerî nemîne meriv ji hev qut dibe, dostanî, hevaltiya meriv bi hev ra namîne.

XXX

Dr. Engîn Yilmazê hêja li ser halê kurdên êzdiyên Êrmenîstanê û Gurcîstanê nivîseke înformatîf, pir bi fêde nivîsîye.

Li ser kurdên Êrmenîstanê û Gurcistanê, li ser gelş û perçebûna wan gelek zanîn û agahiyên hêja daye. Doktor karekî pir baş kiriye. Mala wî ava be. Min bi zewq xwend.

Nivîs di malpera wî ya Facebookê da ye.

XXX

-Însan çiqasî hindik bifikire, hewqasî zêde dipeyive. Delîlê cahiliyê yê herî mezin ev e.

Montesquieu

-Talûke berê êsîrketin bû.Talûkeya pêşerojê jî robotbûn e.

Erich Froman

-Civata fîlozofan nikanîbûye şiyar bike, fêlbaz(şarlatan) ewê bixapînin.

XXX

Ji bo însên tiştê herî baş û bi fêde meşxîlîyet e, dibê meriv karekî bike, bi tiştekî mijûl be.

Tembelî, bêkarî meriv nexweş dixîne, umrê meriv kin dike. Meriv bi tiştekî mijûl be, meriv nakeve fikrên kûr.

Hesinê bixebite zengê nagire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE