05 september 2024

Navê kera me xera nekin


Gerek meriv di gotinekê da şaşiyeke wiha neke. Here were gotinek e.

Bi rastî sosiretek giran e, ji dêlî  binivîsîn, "Hûn bi xêr hatin Batmanê", "hûn bê xer hatin Batmanê" nivîsîne.

"Bê xer" çi ye, tê çi maneyê ez nizanim. Diyar e şaşiyek bûye, çewt nivîsîne. Lê şaşiyeke ne xweş e. Qest "Hûn bi xêr hatin Batmanê" ye.

Di gotinekê da gerek meriv şaşiyek wiha neke. Dibê wiha be:

-Hûn bi xêr hatin Batmanê !

Heger beledîyeke me nizanibe gotineka kurdî rast binivîse şermeke mezin e. Meriv şaşiyeke hewqasî pêkenok, ne xweş nake.

Dibê li her belediyê kesekî kurdîzan hebe. Her nivîs, her tabele rast were nivîsîn.

Serbest Ferhan Sindî jî ev şaşiya belediya Batmanê rexne kiriye, lê ji dêlî rast bike, tew xerabtir kiriye. Ji dêlî kil bike, çav derxistiye.
Nivîs, bi tirkî wek ”hûn bê ker hatin” tercume kiriye.

Teksta nivîsê "bê xer" e, Serbest Ferhan Sindî, bi tirkî gotiye ”bê ker”.

Şaşiya wî kiriye ji şaşiya belediya Batmanê xerabtir e. 

Serbest Ferhan Sindî farisî û kurmancî tevhev kiriye, bi farisî ji kerê ra dibêjin ”xer”, bi kurmancî dibêjin KER !

Dinya jî xera bibe em navê kera xwe nakin ”xer”! 
Ji kerema xwe navê kera me rast bibêjin !

Piştî şaşîya hatiye kirin di medya sosyal da hat rexne kirin, belediya Batmanê beyanek beyanek belav kir.
Ev jî lînka beyanê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE