05 september 2024

Ji bo Erdogan do ji Sîsî ra çi gotibû qet ne muhîm e


Nabêna  serokê Tirkiyê Erdogan û serokê Misrê Sîsî pir baş bûye, biratiya wan ji nuh va desdt pê kiriye. 

Erdogan do li Anqerê, li balafirxana Esenbogayê bi helahop û merasimeke mezin çû pêrgî birayê xwe Abdulfetah Sîsî. 

Di meha sibatê da jî Erdogan Qahîre zîyaret kir.

Edogan heta demek berê silav nedida Sîsî, gotinên pir giran jê ra dikir, îdareya Sîsî  nemeşrû didît, serokatiya wî nas nedikir.

Digot ez bi dîktatorekî wek Sîsî ra rûnanim. Mêrik teqlebazekî profs e, ji delemê zûtir viz dibe.

Lê do dev guhert, tiştên berê ji Sîsî ra gotibûn giş ji bîr kir, dest bi pesindayinê kir, ji ziyareta Sîsî memnûnîyet û kêfxweşîya xwe anî zimên.
Erdogan ji ber xistina serokê Misrê yê berê Musrî, Sîsî pir rexne kir, gotinên nemayê ji Sîsî ra got, ew xist binê erdê. Min çend mumûne ji wan rexneyên Erdogan wergeran kurmancî.

XXX

1 Mart 2015

Min li platformên navnetewî da got ez Sîsî yê bi darbeyekê hukim girtiye destê xwe wek serokkomar nas nakim. Dîsa dibêjim. Ji bo min serokkomarê Misrê Mursî ye. Li Neteweyên Yekbûyî bi wî ra(bi Sîsî ra)li ser eynî masê rûneniştim. Heger rûnim ezê xwe înkar bikim. Rûnim nikanim bibim demokrat.

XXX

13 mart 2015

 Li ser pirsa tu yê bi Sîsî ra hevdîtinê bikî ya na, Erdogan got:
Qey tu heneka dikî. Tiştekî wiha ne mimkûn e hevalno. Tiştekî wiha di rojeva me da tune ye.

XXX

17 haziran 2019

 Gelek kesên dixwazin min bi Sîsî ra li hev bînin hene.Ez ebeden qebûl nakim. Çima?
Ji ber ku ez naxwazim bi antîdemokratekî Mursîyê ji sedî 52 rayên milet girtiye û hevalên wî di hefsê da dihêle werim hemberî hev. Ez bi wî ra li ser maseyekê rûnanim.

 XXX

19 haziran 2019

”Sîsîyê zalim ê bi darbeyê hatiye ser hukim, nêzî 50 kesî îdam kiriye. Rojava li hemberî van îdaman bêdeng maye. Li Ewrûpayê îdam qedexe ye, lê beşdarî civîna Sîsî bûne. Ev ne durûtî ye, sedrûyî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE