05 september 2024

Li Swêd demsal şaşomaşo bûne

Li Swêd demsal şaşomaşo bûne, havîn bi paş da hat. Di vê mehê da Stockholm bûye wek Amedê. Do li bajarê Helsîngborgê 31,1 derece germ bû. Tiştekî ne normal e.

Stockholm îro 28 derece germ bû û germîyan ewê heta dawiya heftê jî dom bike.
Dibêjin berê tu carî di vê mehê da Swêd hewqasî germ nebûye.
Ez bi xwe ne li dijî germîyanê me, hema bira germ e. Em ji xwe ra têr digerin û dûra jî tên li hewşa xwe kêfa mîran dajon.

Germîyana îsal ne li Swêd tenê, li seranserê Ewrûpayê zêde bûye. Tebaxa îsal di tarîxa Ewrûpayê da meha herî germ bûye. Li Swêd ji xwe me kêf kir.

XXX

Li dewletên welatê me dagirkirine yekê jî edalet, heq, huqûq tune ye. Ne ji bo me kurdan tenê tune ye, rewşa wan ji ya me baştir be jî, ji bo miletên wan welatan jî edalet tune ye.

Dewleta edalet lê tunebe tu ferqa xwe ji çeteyekî mezin tune ye. Dewletên dagirkerên welatê me îspata vê rastiyê ye.

XXX

Em zanin azadî li çarşî û bazarê, li ser dikanan nayê firotin, jê ra xebat û perwerde lazim e.

-Sirrê azadiyê perwerdekirina însên e, sirrê zulmê jî cahlhîştin e.

Ji bo wê ye dagirkerên welatê me însanan cahil dihêlin, nahêlin însan bi pêş kevin, rastiyê fêr bibin. Kursiya wan, rejîma wan girêdayî însan cahil bimînin.

Maximilien Robespierre

-Du babet însan hene: Yên dixwazin bizanibin, dixwazin fêr bibin û yên bawer dikin.

Friedrich Nietzche

Dibê meriv bi koranî tu tiştî qebûl neke, neparêze. Yê meriv bi pêş dixîne fêrbûne, zanîn e.


XXX

Çend aforîzmên xweş ji Giordano Bruno

-Merivên xerab li dinyayê ji bo ku îradeya xwe

Serdest bikin, navê Xwedê bi kar tînin.

-Merivê biçûk û zorbe, tim dixxwaze însan li hemberî wî hurmetkar be. Lê ew bi xwe nizane hurmet çi ye.

-Hinek ji makzayî da kerr in, hinek piştî qezayekê kerr dibin, yên din jî bi zanetî xwe kerr dikin.

-Çawa ku gelek kor nikanin bergendî yekî dibîne bin, gelek ehmeq jî nikanin bergendî yekî baqil bin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE