06 september 2024

Hin însan wek zebeşê kal in

Çend maneyên peyva ”kal” hene. Yek jê, ji bo kesê extîyar, peyayê zêde umir kiribe, kal tê gotin, yanî extîyar bûye. Jin pîr dibin, mêr, peya kal dibin.

Maneyeke din jî ji bo fêkiyê, sebzeyê hîn baş negîha ye, kelek e, hîn nehatiye wexta xwarinê jê ra ”kal” e tê gotin.

Zebeşê sor nebûyî, petêxê û hinara negihîştî kal e, nayê xwarin.

Firingî, hirmê û hin mêwe û sebzeyên din jî dema tam negîha bin, meriv dibêje hîn kal e, dibê demeke din bimîne.

Lê maneyeke gotina ”kal” ya mecazî jî heye. 

Kal, ji bo însanê ne kamil, kesê geweze, devbelaş, kesê gotina xwe nizane, kesê henekên cilq dike û bi wan cilqî û henekên xwe însanan diêşîne, dilê însanan dihêle jî merivekî ”kal” e tê gotin.

Çawa ku merivên baqil, maqûl, sergiran hene, merivên KAL, cilq, geweze jî hene.
Yanî ne zebeş û petêx tenê, însanên ”KAL”, cilq jî hene.

Di medyaya sosyal da her roj meriv rastî çend heban tê. Fizîkî, kronolojîk extîyar in, kokim in, rîsipî ne, lê bi aqil û tiştên dikin û dibêjin wek zebeşê kal in; gotin û henekên pir cilq dikin.

Gotinên meriv ji wan qet napê ji xelkê ra, ji hevalên xwe ra dikin.
Meriv matmayî dimîne, li ser navê wan xemgîn dibe, lê meriv nikane meriv ”kal, cilq” kamil bike. 
Kurmê şîrî heta pîrî, umir, sal tesîrê li hin însanan nake.

Merivê kal, cilq ûqela ye jî, xwe pir zane dihesibîne.

Dibêjin qirika însên çel nêrdiwan e, lê qirika hinan bênirdiwan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE