07 september 2024

Mala dînan rabûn hev bi pihînan


Bafil Talabanî û Mele Bextîyar bi hev ketine. Rez berê ne tu rez bû, zîpikê lêkir xerabtir bû.

Li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê girtine ser sazîyeke Mele Bextîyar ya bi navê ”Dezgeha Rewşenbîrî ya Çawdêriyê.”

Mele Bextîyar jî do vîdeoyek belav kiriye, Bafel Talabanî, malbata wî û kesên li dora wî pir giran rexne dike.

Gelş li ser mal û milkê YNK´ê ye, Bafil dixwaze tiştekî YNK´ê ji Mele Bextîyar ra nehêle.

Mele Bextîyar xezûrê Bafil bû, lê Bafel û xanima xwe hevdu berdan û ev yek jî bû sebebê gelşa nabêna Bafel û Mele Bextîyar. Mele Bextîyar di kongreya 5´a da hat tasfîyekirin. Vê yekê nabêna wan xerabtir kir, anî vê nuxteya xerab. 

Teşxela nabêna PDK´ê û YNK´ê ne bes e, Mele Bextîyar lê zêde bû.
Tiştê min ji gotinên Mele Bextîyar fêm kir teşxle ewê mezintir bibe.

Ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne. Mala dînan rabûn hev bi pihînan.

PDK vê teşxeleya nav YNK´ê ji xwe ra wek fersendekê dibîne û piştgiriyê dide Mele Bextîyar û kesên bi Bafil ra ketine gewrîya hev. Ev piştgiriya PDK´ê ewê nabêna wê û YNK´ê xerabtir bike. 

Di hilbijartinan da kane gelşên mezin derkevin. Îhtîmala hilbijartin nebe jî heye.

Yanî rewşa Kurdistana Başûr berbî xerabiyê ve diçe. Careke din xuya bû ji kurdan tiştek sadir nabe, belasebeb heta nuha bêdewlet nemane. 

Bi vî aqilî, bi van serok û siyasetmedaran kurd nikanin bibin xwedî dewlet, ewê xerabtir bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE