07 september 2024

Eşqa dizan şevreş in

Ji xelkêra hût e, ji xwe re kût e, hevalê têcirê, bazirganê rût e.

Çepên tirk, îslamîstên tirk têcirên rût in, bi hevaltiya wan em tu karê nakin.
Dibê em dewletên, kesên, hêzên xwedî îmkan bikin dostên xwe, bi rûtan ra em nikanin tiştekî bi dest xînin.

XXX 

Eşqa dizan şevreş in. Diz di şevreşan da dadikevin neqeban, li talanên xelkê dixin.
Eşqa dagirkerên welatê me jî bêtifaqî û şerê kurdan yê xwebixwe ye.
Dema nabêna partiyên kurdan xera dibe, dema siyasetmedarên kurd bi hev dikevin ji dijminên me ra dibe dawet. Hin kurdên başûr bi hev ketine. Ev demeke daweta dîya dijminên me ye.

 XXX

Bi dest bike, bi dev bixwe. Bi rûniştinê, bi tembeliyê meriv ne ji xwe ra, ne ji miletê xwe ra tu havilê nake. Ji bo her tiştî, kar xebat lazim e. Ked lazim e. Bira bibêjin lal e, nebêjin tiral e.

Bi hêviyê dest nagihîje baqê kezîyê.

XXX

-Bindest û serdest nabin yek dest.

Pêşîyên me şîret û temîyeke baş li me kirine, lê hin siyasetmedarên me guh nadin vê şîreta pêşiyan, destên wan di destên dijmin da ye, dixwazin bi dijminê xwe ra bibin yek dest. Bi vê şaşiyê zirareke mezin didin miletê xwe.

XXX

Marê postê xwe neguherîne mahkûmî mirinê ye. Ev yek ji bo însanên fikrên xwe naguherînin jî derbas dibe.

Friedrich Nietzsche

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE