08 september 2024

Yê tir kir ez bûm

Mêrik li odê tirek kir, pir fedî kir. Ji bo ku tirê ji hustuyê xwe derxîne, şîleyek li lawê xwe yê li kêla xwe xist.

Lawik matmayî ma, got:
-Bavo, te tir kiriye, çima tu li min dixî?
Bi rê da bavê bi hêrs jê ra got:

-Law erê min tir kiribû, lê te kiriba hustuyê xwe ma qey dinyayê xera biba?
Dema gihîştin malê, lawik çû ser xênî, bi dengekî bilind ban kir:
-Gelî gundiyan , yê li odê tir kir ne bavê min bû, ez bûm.

XXX

Qezê û bêşansî

Mamoste ji xwendekarê xwe pirsî:
-Ferqa nabêna qezê û bêşansiyê çi ye?
Xwendekar got:
-Heger qarneya min ji destê min da bikeve bestê qeza ye. Lê heger yek wê ji bestê derxîne wê ev bêşansî ye.

XXX

Kilîta wendabûyî

Xoce Nesredîn rojekê kilîta xwe enda kiribû, li hewşê wek dînan lê digerîya. Xanima wî got:
-Te kilîta xwe li ku xist?
Xoce hinekî bi hêrs got:
-Keçê xwedêjêrazî, heger min zanîba min li ku xistiye, ma ez lê digerîyam?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE