08 september 2024

Ax ji derdê dijberên erebî

Kurdekî hezkiriyê min û kurmancî zimanê min rexne kiriye, gotiye te di nivîsa xwe da peyva ”petêx” bi kar anîye. Gotiye, ”ez dizanim "petêx" ne bi kurdî ye, ev nav erebî ye, wek Xillas, Xalis,ciran hwd. Navê petêx bi kurdiî Qalik'e...”

Yanî dibê min negota ”petêx, ji petêx ra bigota qalik. Li gorî vî dostê minê hêja dibê meriv navê petê ji kurmancî derxîne, tu carî bi kar neyne.

Ev ne cara pêşî ye rexneyên wiha li zimanê min tê girtin, hin kes hene gava gotineke erebî di nivîseke min da dibînin, min rexne dikin, gazinan ji min dikin, dibêjin çima tu van peyvên erebî bi kar tînî?

Min ev bersîva jêr da camêrê li dij navê petêx derketibû:
”Gotinên erebî di kurmancî da pir in. Di her zimanî da gotinên xerîb hene. Em dibêjin petêx. Çend navên petêx hene; gundor, qawin, qomî, kelek. Belkî çend hebên din jî hebin.
Qalik ne navê petêx e, navê qalikê petêx e. Qalikê(qaşikê)pûrteqalê, sêvê.”
Alerjîya hin kurdan a li hemberî gotinên erebî min matmayî dihêle.
Alerjî li dijî gotinên erebî di nav kurdên Kurdistana başûr û rojava da pir xurt e.
Ev alerjîya şaş, di dereceya nefretê da bûye sebebê kurdên Kurdistana başûr û rojhilat wek fabrîqê gotinên naylon, yên milet jê fêm nake çêkin û kurmancî bikin zimanekî kurmanc jê fêm nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE