08 september 2024

Do li Stockholmê 40 salîya Hêlîna Kurdî hat pîrozkirin

Mamosteyên Hêlîna Kurdî(zarokxana kurdî)ya 40 sal berê, Bonya Cegerxwîn, Husametîn Aslan, Mahmûd Lewendî û Kitêbxana Kurdî, do li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî bi zarokên wê demê û welîyên wan ra 40 salîya Hêlîna Kurdî pîroz kirin.

Zarokên 40 sal berê, nuha ew bi xwe xwedî zarok in, qala bîranîn û serpêhatiyên xwe kirine.

Bi zarokên wê demê ra sazkirina vê pîrozbahîyê tiştekî pir xweş e, hersê mamosteyan û Kitêbxana Kurdî ji dil û can pîroz dikim.

Ji ber ku ez beşdar nebûm ez hinekî xemgîn im. Mîvanên me hebûn. Min dereng bihîst.
Min gelkî dixwest herim zarokên wê demê, nuha giş li dora50´î salî ne bibînim û li wan gudarî bikim.



Tirkiyê gava bihîst li Stockholmê, li Herêma Tenstayê li zarokxaneyeke Swêdî ji bo zarokên kurd beşek vebûye qiyamet rakir.
Tirkiyê, Swêd protesto kir û xwest Hêlîna Kurdî were girtin.

Belediya wê herêmê guh neda zextên Tirkiyê û Hêlîna Kurdî heta sala 1998´a vekirî ma.
Wê demê min çû bi berpirsiyarê zarokxanê yê swêdî ra hevpeyvînek kir û di rojnameya Armancê da weşand. Tarîx û jimara Armancê nuha nayê bîra min.

Mamosteyê Hêlîna Kurdî  Mahmûd Lewendî di heqê pîrozbahiyê da ev agahîya jêr daye:

”Me zarokên wê demê civandin. Hemû zewicîne, ew jî li gel zarokên xwe hatin. Me wek dewra berê bi wan û zarokên wan re “civîna serêsibê” çêkir. Em hemû mamosteyên wê demê û “zarok bi zarokên xwe re” me sê stranên kurdî gotin:
1 Evîn li vir
2 - Kanê beranek (var är tummen)
3- Sê beran.
Paşê me bi “zarokan” re hevpeyivin çêkir, hemû zarok di kar de serketî ne, paşê me rê da dê û bavên wan, ew axifîn, piçekî nostaljî.
Me pêşangeheke mezin jî amade kir, nêzîkî 400 fotoyên ji wê demê. Û paşê xwarin û vexwarin û sohbet.”

Hêlîna Kurdî ji sala 1984´a heta sala 1998´a vekirî ma, bi sedan zarokên kurd çûne zarokxana kurdî, li gel swêdî bi zimanê xwe perwerde û mezin bûn.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê jî li ser vê meselê belavokek belav kir. Wê demê ez serokê Federasyonê bûm.

Di dawiya sala 1984´a da zarokxaneyek zarokên kurd li Stockholmê, li herêma Tenstayê vebû.
Tirkiye li dijî vebûna zarokzanê derket û ji Swêd xwest ew vê zarokaxaneya kurdî bigirin. Ev beyana Federasyonê li ser wê meselê ye. Beyan min nivîsîye. Ez li vir careke din diweşînim, bira têkeve arşîva min.

XXX
-Ji bîr û raya giştî ra

Di dawiya sala borî da zarokxaneyek kurdan li Tenstayê(taxeke Stockholmê ye)vebû û 15 zarokên kurd dest bi vê zarokxaneyê kirin. Vebûna vê zarokxanê di demeke kurt da bala hukûmeta Tirkiyê û sîxurên wê yên li Swêdê kişand, ew nerehet kirin.
Lêbelê bûyer bes bi vê nerehetiya wan nema. Wek tê zanîn hukûmeta Tikriyê ji hukûmeta Swêd bi hawakî fermî, ango resmî daxwaz kir vê zarokxana kurdan bigrin.
Ev daxwaza hukûmeta Tirkiyê di meha çileya paşîn(meha 12´a) da di rojnameya Svenska Dagbladetê da ji devê konsulê Tirkiyê hat eşkerekirin.
Di vê beyana xwe da konsolos digot li Tirkiyê bes zimanek heye, ew jî Tirkî ye.
Dûra konsolos bala hukûmeta Swêd bi zimanekî ”dîplomatîk” dikşand û daxwaz dikir vê zarokxaneyê bigrin.
Li ser vê daxwaza hukûmeta Tirkiyê heta nuha tu berpirsiyarekî hukûmeta Swêdê tu beyan nedaye, dîtinê xwe eşkere nekirye.
Bes di heqê konsulê Tirkiyê da şefê sosîalê Ove Radberg(Rådberg) beyanek da rojnama Dagens Nyheter ya herêmî.
Ove Radberg di vê beyana xwe da bi xurtî li dijî daxwaza Tirkiyê derdikeve û dibêje ev zarokxane ewê wek yên hemû biyaniyan bijî û ewê jî alîkariya xwe pê ra bidin domandin.

Ev daxwaz û êrîşa Tirkiyê li hember me hemû kurdên welatparêz, pêşverû, bi rêxistin û  bêrêxistin e.

Dema em vê bûyerê biçûk bibînin, ya jî di ser guhê xwe ra bavêjin, Tirkiye ewê cesaretê bigire û hin daxwazên din jî ji hukûmeta Swêdê bike.
Lewra divê em li hemberî vê yekê, li hemberî vê daxwaza Tirkiyê ya li dijî mafê mirovî derkevin û dengê xwe bilind bikin.

Emê dengê xwe çawa bilind bikin?
Bêguman divê li dijî vê êrîşa hukûmeta tirkan were derketin. Di vî warî da ne hewce ye meriv dûr û dirêj li ser fêde û pêwîstiya vê yekê bisekine.
Ji ber ku bûyer gelkî eşkere ye. Hukûmeta Tirkiyê dixwaze mafekî me yê însanî û demokratîk li vir ji destê me bide girtin. Yê dikeve ser milê me jî ew e ku em jî vî mafê xwe biparêzin û li dijî vê êrîşa Tirkiyê derkevin. Lê çawa û bi çi hawî?
Bêguman di vî warî da wek hemû rêxistin û komeleyên kurd barekî mezin dikeve ser milê Federerasyona Komeleyên Kurdistanê jî.
Divê Federasyon bêdeng nemîne û li hember vê daxwaza hukûmeta tirkan bi xurtî derkeve, dengê xwe bigihîne meqamên swêdiyan.
Li ser vê bîr û baweriyê Federasyona me di kongra xwe ya 5´a da ev bûyer girt rojeva xwe û bi nûnerên kongrê ra li ser sekinî, pêşniyar û dîtinên nûneran girt.

Di dawiyê da kongra me li ser vê yekê hin biryar girtin. Biryarên kongrê girtin ev bûn:

-Divê kongre ji hukûmeta Swêd û parlamentoyê ra têlgirafekê bişîne û ji wan daxwaz bike, ew vê bûyerê bincil nekin, li dij daxwaza Tirkiyê derkevin û rewşa xwe diyar bikin.

-Divê kongre ji parlamenterê VPK(Partiya Çep a Komunîst) Oswald Soderqvist ra têlgirafekê bişîne ji Oswald daxwaz bike, ew vê bûyerê bi riya partiya xwe bibe parlamentoyê û di parlamentoyê da li ser bête axaftin.

-Divê kongre ji şefê Sosialbîroyê (Socialbyrån) Ove Radberg (Rådberg)ra ji bo beyana wî ya rojnameyê sipasnameyekê bişîne û ji bo piştgiriya wî jê ra sipas bike.
Piştî kongrê, komîteya karger a Federasyonê ya nû ev hersê biryarên kongrê bi cîh anî. Ango ji hukûmetê, parlamentoyê, ji Oswald Soderqvist û ji Ove Radberg ra têlgiraf şand, ji wan ev daxazên jorîn kir.

Bêyî van hersê biryaran, kongrê biryarek din jî girtibû, belavokekê ji bîr û raya giştî ra belav bike û ji hemû kurdên pêşverû, welatparêz van daxazên jêrîn bike:
-Kongreya Federasyona Komelên Kurdistanê ya 5´a ji hemû rêxistin, komele û kurdên pêşverû, welatparêz dixwaze ew ji hukûmet û parlamentoyê ra telgirafan, nameyan bişînin, ji hukûmet û parlamentoyê daxwaz bikin, divê di vê bûyerê da ew bêdeng nemînin, dîtinên xwe eşkere bibêjin, li dijî daxwaza Tirkiyê derkevin.
Divê her rêxistin, komel û hemû kurdên, pêşverû û welatparêz ji Oswald Soderqvist ra têlgirafan bişînin û jê bixwazin divê ew  vê bûyerê bi riya partiya xwe bibe parlamentoyê.
Cardin dibê her rêxistin, komel û her kurdê pêşverû û welatparêz ji şefê Sosialbîroya Tenstayê Ove Radberg ra telgirafan bişînin, ji bo beyana wî jê ra sipas bikin.
Em, (Federerasyona Komeleyên Kurdistanê)bi vê belavokê vê biryara kongreyê bi cî tînin. Û em hêvî dikin her kurdê welatparêz jî ewê name û têlgirafan ji hukûmetê ra, ji parlamentoyê ra, ji Oswald Sodeqwist û ji şefê Sosîala Tenstatê Ove Radberg ra bişîne û li dijî vê êrîşa Tirkiyê derkeve.
Çawa ku hin daxwaz û hêvîya her kurdekî ji Federasyonê heye, her wisa hin daxwazên Federasyonê jî ji kurdên li Swêd dijî heye. Îro roj, roja em dengê xwe bi hev ra bilind bikin û bi hev ra li dijî vê êrîşa Tirkiyê derkevin.

Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêd

11-02-85

XXX

Di şînê da Quran dihat xwendin. Kurdên başûr di şînên xwe da kasêta (banta)Quranê lêdixin. Heta şîn diqede Quran tê xwendin. Ev çi adet e min fêm nekir. Qey ji ereban girtine. Serê malbatê sax be, gorra wî bihuşt be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE