09 september 2024

Bi van serok û siyasetmedaran em tu carî nagihîjin hevalan

Nacat Zanyar di nivîsa xwe ya dawî ya di malpera Rûdawê, beşa tirkî da miletperweriya kurdî analîz kiriye. 

Li gorî Necat Zanyar, li Kurdistana Bakur rêjeya kurdên miletperwer, nasyonalîst li dora ji sedî 70 ye. 

Bi baweriya min jî texmîneke rast e û ev jimar roj bi roj zêdetir dibe.Gerek em vê bingehê, vê cepheyê berfirehetir bikin.

Dewleta dagirker bi riya Hudaparê û hin kurdên Tirkiyeparêz dixwazin rê li ber xurtbûna nasyonalîzma kurdî bigire. Dibê em viya bibînin û van hevakrên dijmin baş nas bikin.

Ev 200 sal in kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe li ber xwe didin, lê ji ber bêtifaqiya millî û şerê kurdan yê xwe bi xwe û serokên nezan, ne jîr bi ser neketin, miletên din giş xelas bûn, em kurd tenê man di bindestê tirkan da.

Sebê biserneketina me ji me da ye, ji ber ku pêşengên me wek serokên xelkê ne jîr û zana bûn, lema her serîhaldana miletê kurd hat fetisandin.

Serokên me yên îro ji byên berê xerabtir in, ne baştir in. Îspapata vê yekê Kurdistana Başûr e. Ji ber ku kursî berjewendiyên xwe yên şexsî di ser yên miletê xwe ra digrin bi hev ketine. Dawiya vî şerê wan malwêranî ye, ev statuya îro heye jî ewê têk biçe. Ev îhtîmal pir mezin e.

Ji bo ku em kurd jî wek miletên ji bin destê osmanîyan xelas bûn, azad bibin, bibin xwedî dewlet, dibê ev ji van serokan xelas bibin, hin kesên doza kurd û Kurdistanê di ser her tiştî ra digrin bibin pêşengên tevgera kurd.

Necat Zanyar di nivîsa xwe da tarîxa kîjan milet çend salan di bin destê osmanîyan da mane daye. Kronolojiyeke pir baş e, ez wê dikim kurmancî:

Bûlgarîstan 545 sal

Makedonya Bakur 542 sal

Arnavutluk 527 sal

Kosova 524 sal

Yûnanîstan 520 sal

Romanya 484 sal

Bosna-Hersek 445 sal

Sirbîstan 419 sal

Karadağ 399 yıl,

Gurcîstan 398 sal

Qibris 343 sal

Ukrayna 296 sal

Moldova 274 sal

Îraq, Sûrîye, Urdun, Lubnan, Erabistana Suûdî, Misir, Sûdan  li dora 400 salî.

Lîbya 382 sal.

Somali 361 sal.

Tunus 330 sal.

Cezayir 315 sal.

Piştî van numûneyan Necat Zanyar gotiye:
”Li Kurdistanê hakîmîyeta Osmanîyan ya bi temamî di sala 1846´a da di rojnameya Takvîmî Vakîye da hatiye îlankirin. Ev jî tê maneya 178 sal e tirk li Kurdistanê hakim in.”

Ev jî ne demeke pir dirêj e, gelek milet piştî 500 sal bindestî xelas bûn, gihîştin azadiya xwe.

Em kurd tenê heta nuha mane bindest. Tirk hewil didin em azad nabin, hêdî hêdî bibin tirk. 

Bi van serokan xelasiya me pir zor e, dibê nifşekî tam nasyonalîst dîreksîyona pêşengiy azadiya miletê kurd bigire destê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE