01 augusti 2024

Bi rextê piştê, bi hevîrê teyştê lec nabe

Îranê gotiye ewê heyfa serokê HAMAS´ê Îsmaîl Heniye ji Îsraîlê bigire.

Ewê heyfeke çito bigire?

Îran di rewşeke pir xerab da ye, Îsmaîl Heniye mîvanê wan bû, nikanîbûn mîvanê xwe biparêzin.
Îsmaîl Heniye di mala wan da hat kuştin. Lema mele xwe mecbûr dibînin tiştekî bikin. Lê xwestin têrê nake, dibê hêz hebe, kanibe bike. Bi rextê piştê, bi hevîrê teyştê lec û şer nabe.
Ez wê hêzê bi Îranê ra nabînim.

Gelo ewê bi xwe êrîşî Îsraîl bike, ya jî bi rêya Hamasê, Hizbullahê û Hûsîyên Yemenê tiştekî bike?

Îran çi bike Îsraîl bê bersîv nahêle, ewê bersîveke girantir bide Îranê.
Heger Îran şer berfirehtir bike ewê li zirarê derkeve, kane hilweşe.

Îran zeîf e, cepha li hemberî  Îranê xurt e. Lema jî bi îhtîmaleke mezin Îranê bi xwe tiştekî neke, bi hin çeteyên xwe bixwaze tiştekî bike. 

Lê ewê ne tiştekî mezin be, êrîşeke sembolîk be, ji bo ku xelk bibêje wa ye ”heyfa xwe girtin”.

Heger zirareke mezin bidin Îsraîl ewê şerekî mezin derkeve, berî her kesî Îranê di vî şerî da bişewite. Îran ji zû da ye di devê topê da ye, Amerîka, gelek welatên din dixwaze rejîma meleyên Îranê hilweşînin.

Li herêmê Îran û Tirkiye kana, çavkaniya xerabiyê, şer û teşxeleyê ne. Hetanî ev herdu rejîm hebin li Sûriyê, Îraqê, Libnanê, Yêmenê, Lîbyayê şer nasekine, aştî çênabe. 

Hebûna Daîşê û hêzên îslamî hemûyan bi piştgiriya van herdu dewletan hene, bi alîkariyên wan terora xwe li hemberî kurdan û miletên din didomînin. 

Avzêm zuha nebe mêş û kelmêş naqedin. Terorîstên îslamî mêş û kelmêş in. Tirkiye û Îran avzêm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE