01 augusti 2024

Totikê vala meriv dike hevalê neyara


Hin kurdan li Amedê, li Rihayê, li Şirnexê, li Mêrdînê, li Êlihê û li Çewligê kuştina serokê HAMAS´ê Îsmaîl Heniye protesto kirine, ji bo Heniye nimêja xiyabî kirine.

Hin kurdên me yên îslamî bûne himal û leşkerên filistîn û îslamê. Ji bo miletê xwe li dijî dewletên dagirker tu carî meşên protestoyê  nakin, ji bona şehîdên xwe tu carî nimêja xiyabî nakin.

Lê ji bo filistîniyan, ji bo terorîstên ereb xwe di didirînin, kezebê li xwe dipertînin.

Halê me kurdan ji yê filistîniyan ne baştir e, pişta me jî bi qasî ya filistîniyan tune ye. 
Aqilê meriv ji kîsê xelkê be meriv dibe hemal û canfîdayê xelkê, dibe heval û mitefikê neyar û dagirkerên welatê xwe.

Îran her roj kurdan bi darde dike. Tirkiye her roj kurdan dikuje, gund û bajarên kurdan wêran dike.

Ma kurd jî ne însan in, çima hûn ji bo wan rojekê nameşin, ji bo şehîdên kurdan nimêja xiyabî nakin?

Çima hûn hewqasî bûne neyarên gelê xwe, bûne leşker û emiberên xelkê?
We qet dîtiye ereban li dijî zulma li miletê we dibe protestoyek kiribin, ji bo kurdekî hatibe kuştin nimêja xiyabî kiribin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE