02 augusti 2024

Masî ji avê têr nabe

Masî ji avê têr nabe, siyasetmedarên me ji şaşiyên xwe, ji serpêhatiyên xwe û yên pêşiyên xwe tiştekî fêr nabin. Em ji ketin û rabûnên xwe ders û ibretê nagirin, baqil nabin.

Ez nizanim çima em tu carî baqil nabin, dost û dijminên xwe baş ji hev nagerînin.
Dibê meriv bi dijminê xwe ra, bi dagirkerê welatê xwe ra nekeve eynî cepheyê, ji bo eynî kesî xemgîn nebe.

Erdogan ji bo Îsmaîl Heneiye şînê îlan dike, hin siyasetmedarên me jî li ser kuştina Îsmaîl Heniye li dijî Îsraîl beyanên pir sert didin, li hewşên mizgeftan nimêzên xiyabî dikin.

Dost û hevalên Recep Tayyip Erdogan ne dostên me ne, dibê em viya bizanibin. Dibê em dijminê xwe ra ji bo eynî kesî xemgîn nebin, şîna wî nekin.

XXX

-Şev gava herî tarî ye û ebedî xuya dike, berbanga sibê nêzîk e. Her şevek sibeheke wê heye.

-Şev wek bêdawî xuya dikin, lê şev ne bêdawî ne.

-Şeva herî tarî jî diqede û roj dîsa hiltê.

-Yê bi roj çira(qendîla) xwe hazir neke wê demê bi şev ji tariyê razî ye.

 XXX

Kêf kederê nake der. Derd û kêmasiyeke meriv a şexsî tunebe jî, kêfa meriv li cî be jî bindestî, perîşaniya miletê meriv, bêtifaqî û devjeniyên nabêna partiyan meriv xemgîn dike, dibe kedereke bêderman.

 XXX

Tirkiyeyê Instagram bloqe(asteng) kiriye. Çima, ji bo çi bloqe kirine nehatiye gotin. Qey Instagramê pûre kî wan îfşa kiriye.

Tirkiye dike, Tirkiye kane torrên medyayê gişan jî qedexe bike. Çi li Tirkiyê diqewime dibê haya kesî jê çênebe.

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan ji bo serokê Hamasê Îsmaîl Heniye li seranserê Tirkiyê rojek şîna netewî îlan kiriye.

Sibe Tirkiye şînî ye.

Mêrik hevaltî û dilsoziya xwe ya bi Hamasê ra bi vê şînê nîşanî dinyayê daye.

Dema Hamasê bi emrê Îsmaîl Heniye 1200 îsraîlî kuştin Erdogan ne hewqasî xemgîn bû, ne jî li Tirkiyê rojek şîn îlan kir.

Dibê her kes bizanibe Erdogan, Tirkiye hevalê kê ye, di kîjan cepheyê da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE