02 augusti 2024

Wer xuya dibe Îranê Îsmaîl Heniye kuştiye

Hêdî hêdî eşkere dibe Îranê serokê Hamasê Îsmaîl Heniye kuştiye, ne Îsraîl. Bi bombeyeke bi kontrol kuştine.

Berê gotin rakêtek(fuzeyek) li mala Îsmaîl Heniye lê dima ketiye, Heniye bi teqîna fuzeyê miriye.
Lê derket ortê derew e, Îsmaîl Heniye ne bi rakêtê, bi bombeyeke ji dûr va bi  kontrol hatiye kuştin.
Û bombe jî du meh berê di wê malê da hatiye bicîkirin.

Îsmaîl Heniye berê jî çend caran li wê malê maye. Yanî bombe di mala wî da bi cî kirin û kuştin. Belkî jî xistibibin bin qaryoleya wî, doşega wî.
Tiştê ecêb, îraniyek jî pê ra ne birîndar bûye, ne jî hatiye kuştin. Çima muhafizên wî yên faris tunebûne ?

Ne mimkûn e îstîxbarata Îsraîl du neh berê bizanibe Îsmaîl Heneye ewê li wê malê bimîne. Çima ew nebirin otêlê, çima birin wir?
Birin wir, ji bo ku bikijin.
Di risim da meriv dibîne, bîne(xanî) saxlem e, teqîn di oda Îsmaîl Heniye da çêbûye.
Xanî jî ne ya şexsekî ye, xaniyê dewletê ye, di bin kontrola Mihafizên Şoreşê da ye.
Ev jî nîşan dide îstîxbarata Îranê Îsmaîl Heniye kuşt; ji bo ku têxin hustuyê Îsraîl û xelkê li Îsraîl girgîn bikin, cepheyeke mezin li hemberî Îsraîl bidin vekirin.
Jixwe Îsraîl jî bûyer negirt ser xwe, dibêje me nekiriye.
Çavkaniyên New York Timesê jî dibêjin di dahîreya Îsmaîl Heniye da bombeyeke bi qumande teqiya ye, ne fuze ye.
Yanî meleyên fêlbaz Îsmaîl Heniye kuştin ji bo ku têxin hustuyê Îsraîl û misilmanan berra bedena Îsraîl bidin. Bêbextî û namerdiyên wiha serokên Îranê berê jî pir kirine. Bi namerdiyên wiha gelek serokên kurdan kuştin.
Min çer bihîst Îsmaîl Heniye li Tehranê, di malekê da hatiye kuştin, min miheqeq tiliya Îranê di vî îşî da heye. Di nivîsa xwe da min wiha gotiye:

”Li alî din çima Îsmaîl Hanîyeh nebirine otêlê, birine malekê?
Belkî jî ji bo ku bidin kuştin wiha kirin. Ji meleyên Îranî tê tiştên wiha bikin.
Tiliya îstîxbarata Îranê di vî îşî da hebe ezê matmayî nemînim. Helbet ev jî bi emrê serokên Îranê mimkûn e.”

Qatilê Îsmaîl Heniye serokên Îranê ne, wa new dan kuştin. Hawê kuştina wî, ciyê lê hatiye kuştin nîşan dide Îran li pişt kuştina Îsmaîl Heniye ye.

-Aftonbladet
TV4 Nyheterna

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE