31 juli 2024

Serokê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh li Tehranê hat kuştin

Serokê HAMAS´ê yê siyasî Îsmaîl Hanîyehê 62 salî li paytexta Îranê, li Tehranê li mala lê dima hat kuştin. 

Kuştin bi êrîşeke mûşekî bûye. Dibêjin Îsraîl li pişt êrîşê ye, lê Îsraîl hîn ev îdîa qebûl nekiriye. Lê ewê Îsraîl be.

Gava min xebera kuştina Îsmaîl Hanîyeh li Tehranê xwend ez matmayî mam. Ez bawer dikim ne ez tenê, her kes matmayî ma.
Li Tehranê çawa kane tiştekî wiha bibe?

Çawa kanin mala Hanîyeh lê dimîne tespît bikin, meriv matmayî dinîne.
Helal be ji xelkê ra.

Li alî din çima Îsmaîl Hanîyeh nebirine otêlê, birine malekê?
Belkî jî ji bo ku bidin kuştin wiha kirin. Ji meleyên Îranî tê tiştên wiha bikin.


Tiliya îstîxbarata Îranê di vî îşî da hebe ezê matmayî nemînim. Helbet ev jî bi emrê serokên îranê mimkûn e.

Ajansên nûçeyan ên Îranê Tasnîm û Îrna jî kuştina serokê Hamasê Îsmaîl Henîyeh piştrast dikin, Hamasê bi xwe jî mirina Îsmaîl Hanîyeh qebûl kiriye.
Bersîva Îranê ewê çi be?
Gelo îranê heyfa Îsmaîl Hanîyeh ji Îsraîl bigire ya jî ewê dengê xwe neke? 
Heger Îran derbeke mezin li Îsraîl xîne kane bibe sebebê herbeke mezin, şerê Îranê û Îsraîl kane dest pê bike. 
Şêla serokê Tirkiyê Erdogan jî muhîm e, gelo Erdogan ewê bibêje, bixwaze çi bike?
Rewş pir kirîtîk e, di nabêna Îranê û Îsraîl û helbet Amerîkayê da da şerekî mezin dest pê bike ewê ne surprîz be.

Îsmaîl Hanîyeh ji bo ku beşdarî merasîma sondxwarinê ya serokê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe li Tehranê bû.

XXX

Meriv ne ji umrê xwe, ji serpêhatiyên xwe, ji ketin û rabûnên xwe dersê digire, tiştan baş û xerab fêr dibe. Her serpêhatî, her ketin û rabûn tecrûbeyeke zêrîn e, praktîkek giranbiha ye.

-Sê tiştên xwe xera meke:Qerekterê xwe,dilê xwe, ûjdanê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE