30 juli 2024

Kobanê - xeyala azadiyê

Telewîzyona Swêd kanala 2´a belgefîlmê  ”Kobanê - xeyala azadiyê/ Kobane - drömmen omfrihet” nîşan dide.

Fîlm di sala 2022´a da hatiye çêkirin. Me berê jî dîtibû, lê em careka din lê temaşe dikin. Temaşekirina li fîlmekî bi kurdî xweş e.

Du xwendekarên kurd, Jenkidar û Hussein ji Beyrûdê vedigerin bajarê xwe Kobanê. Sal 2014 ye. Dema ew digihin bajêr, şerê li dijî DAÎŞ´ê dest pê dike.

Kamerayeke fîlman bi Huseyîn û Jenkîdar ra heye. Herdu heval berxwedana kurdan û şerê Kobanê belge dikin.

Malbat û hevalên wan yek bi yek tên kuştin. Di dawiyê da êdî nikanin li bajarê perçebûyî bimînin, direvin Ewropayê.

Fîlmek ji aliyê Manal Masrî ve di sala 2022´a da hatiye çêkirin.
Kêfa min hat telewîzyona Swêd careka din nîşan dide.

Originalets titel: Touching Freedom.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE