Îro li Stockholmê roj pir xweş bû, 26 derece germ bû. Min ji xanimê ra got, her roj em li taxa xwe, li der dora mala xwe digerin, were îro em herin derek dûr û xweş. Gurra min kir, got baş e, tu min bibî ku ezê werim.
Me lêxist em çûn Djurgardenê, Bexçê Rosendalê(Rosendals Trädgård).Ji ber ku roj xweş bû, Djurgarden û Bexçê Rosendal pir qelebalix bû, turîst pir bûn, piranî jî alman bûn.
Li Qahwexana baxçe heta me maseyek vala, ciyekî rûniştinê dît em pir geriyan.
Djurgarden û Bexçê Rosendalê herêmeke pir xweş, bahr e, hişnayî ye, her baxçe ne, trafîq tune ye, meriv ji gerê têr nabe.Li Bexçê Rosendalê meriv kane sebze, hişinayî, kulîlkan bi xwe top bike û bikire. Her tiştê bexçe ekolojîk e.
Bexçeyê Rosendal weqfeke bi mebesta belavkirina zanyariyên li ser çandiniya biyodînamîk û hunera baxçevaniyê hatiye avakirin.
Meriv kane xwarina xwe, çay û qahwa xwe bi xwe ra bibe, li bexçe rûne û pîknîka xwe bike, rakeve, xwe bide ber rojê. Ya jî here têkeve avê.
Me îro rojek xweş derbas kir. Me tiştek bi xwe ra nebiribû, me ji qaferyayê kirî. Lê careke din emê her tiştê xwe bi xwe ra bibin. Li wir paste, qahwe pir buha bû. Lê hêja bû.
XXX
Di jiyanê da wext sermîyanê herî baş e. Lê gelek însan
qîmeta vî sermîyanê xwe nizanin, vî sermîyanê xwe yê pir bi qîmet bi tiştên vik
û vala xerc dikin.
Meriv qîmeta wextê bizanibe,wexta xwe vala, bi tişt miştên bêkêr,
bi mijûliyên bêfêde neborîne baş e. Qedrê wexta xwe bizanibin.
XXX
Heta meriv zoriyê, zahmetiyê nebîne qîmeta rehetiyê nizane.
Zarokên zahmetiyê nabînin, di nav rehetiyê da, di nav hebûnê
da mezin dibin, aşûnî dibin. Zor û zahmetiyên jiyanê, meriv zexm dike, dike
xwedî tecrûbeyên giranbiha.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar