31 juli 2024

Demirtaş li ser kuştina serokê Hamasê gerek beyaneka wiha neda

Selahettîn Demirtaş li ser kuştina serokê Hamasê Îsmaîl Hanîye li dijî Îsraîl beyaneka pir sert daye.

Îsraîl kuştina Îsmaîl Hanîye negirtiye ser xwe, lê Demirtaş dîsa jî bi gotinên pir giran dev avêtiye ji Îsraîl da, Îsmaîl Hanîyeyê îslamîst, serokê hêzeke terorîst wek qehremanekî têkoşer nîşan daye. Wek merivekî îslamî û dijminê Îsraîl gotiye:
”Ji zû ve ye desthilata Netanyahu di bêhiqûqîyê, bêexlaqîyê û di nemerdiyê da sînor derbas kiriye. 
Ez naletê li qetilkirina Haniye ya bi awayekî tirsonek dibarînim.”

Serokê Tirkiyê Erdogan li dijî Îsraîl beyaneke hewqasî sert nedaye, lê Selahattîn Demirtaş kezeb li xwe peritandiye, wek berdevkê Hudaparê êrîşî Îsraîl kiriye. Beyaneke wiha bi Demirtaş nakeve. Yekî wek Demîrtaş gerek li ser kuştina serokê hêzeke îslamî, terorîst beyaneke wiha neda.
Tirkiye her roj rojava û başûrê Kurdistanê bombebaran dike, çend kurdan dikuje, Îsmaîl Hanîye rojekê li dijî Tirkiyê beyanek nedaye, Tirkiye protesto nekiriye.
Lê Sehattîn Demirtaş wek dilxwazekî Îsmaîl Hanîyeyê terorîst pir xemgîn bûye û gotinên pir giran ji Netanyahû ra kiriye. Riştê Demirtaş kiriye ne xwestina sersaxiyê ye, neyartiya Îsraîl e. Dibê tu siyasetmedar û serokekî kurd beyaneke wiha nede.

XXX

”Ji zû ve ye desthilata Netanyahu di bêhiqûqî, bêexlaqî û nemerdiyê da sînor derbas kiriye.

Ez naletê li qetilkirina Haniye ya bi awayekî tirsonek dibarînim.”

XXX

Belediyeyên Amedê, Wanê, Kerboranê, Mêrdînê, Êlihê(Batmanê)li ser hin riyan bi kurdî ”Pêşî Peya” û ”Hêdî” nivîsîbûn.

Dewleta tirkan ji van herdu gotinên kurdî pir aciz bû, emir da pûlisên xwe, ev agahiya bi kurdî xera kirin.

Kurdekî xweşmêr li Kerboranê dema nivîsên kurdî xera dikin, vê neyartiya dewletê bi mêranî protesto dike.

Xwezî bi hezaran kurd li pişt wî peyayê cesûr û welatparêzî bûna.

Dibê kurd bibînin neyarên me çi xedar in, çiqasî neyarên miletê kurd û zimanê kurdî ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE