03 augusti 2024

Xanim rabe avê germ bike

Sofî Xelef keserek kûr kişand, bi dengekî xemgîn û ji xwe nebawer ji xanima xwe ra got:

-Xanim, rabe avê germ bike, heger bû ji xwe ewê bibe, emê serê xwe bişon û ku nebû jî tişt nabe, emê ji xwe ra çayeka bi dem çêkin û vexwin.

 Ehmeq ew ez im

Satilmişê tirk dema cixareyek ji qutya xwe ya bi neynik derxist çavê wî bi neynikê ket. Hevalê wî Dîlbaz li kêleka wî bû, neynik dirêjî wî kir û got:
-Law Dîlbaz, ev merivê hanê bi min xerîb nayê.
Dîlbaz neynik ji destê Satilmiş girt, bi dîqeteke mezin bala xwe dayê û dû ra jî ji Satilmiş ra got:
-Law ehmeq, helbet ewê bi te xerîb neyê, çimkî ew ez im.

Ne xwezî, ne jî perê te qîm dike

Dibêjin li Anqerê cezayê tûkirina erdê pêncsed lîrayê Tirkiyê bûye. Yekî kurd bi rê de rastî zabîteyê belediyê hat, jê ra got:
-Bibore, minê tiştek bipirsiya. Li gor ku min bihîstiye cezayê tûkirina erdê pêncset lîra ye, gelo cezayê tûkirina ruyê “însanan” ,cuqas e?
Zabita keniya û got:
-Li vî bajarî merivên tu tû yî ruyê wan bikî hewqas pirr in, ji bo karekî wiha ne xwezî, ne jî perê te qîm dike.

Zebeşê bêdendik

Yekî Dayirbekrî zebeşekî mezin ji Erdogan ra şand. Erdogan gelekî kêfxweş bû. Ev cara pêşî bû Erdogan zebeşekî wiha mezin didît.
Kêr da orta zebeşê xwe û kir du felqe. Bala xwe dayê, bavo çi bibîne, di hundurê zebeş da hebek dendik jî tuneye.
Mit û mat ma, çimkî heta wê gavê tu carî zebeşekî bê dendik nedîtibû. Lema jî jê ra gelekî balkêş hat. Şand pê yê Diyarbekrî, bir ba xwe. Jê ra got:
-Sipas ji bo zebeşê te!
Lê di zebeşê te da hebek dendik jî tunebû, ma zebeş cara bê dendik dibe ?
Yê Diyarbekrî keniya, got:
-Dibe çima nabe? Zebeşê min jî wek demokrasiya we ye, çaxa navê vê rejîma we demokrasî be, ewê zebeşê min jî bê dendik be. Yanî ne karê aqilan e lê rast e!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE