04 augusti 2024

Îran nikane cî bide derewa xwe

Berpirsiyarên Supayê Pasdarên Îranê li ser şiklê kuştina serokê Hemasê Îsmaîl Heniye çîrokek din li hev ragirtine.

Berê gotin Heniye bi fuzeyekê hatiye kuştin. Dûra gotin di hundur mala wî da teqîn çêbûye, hatiye kuştin.

Nuha jî dibêjin xwedêgiravî ”, li derveyî odeya Îsmaîl Heniye lê dima teqînek çêbûye û ew bi guleyeke 7 kîlo giran hatiye kuştin.”

Dibêjin dereweke xwe bike lê cî bidê. Berpirsên Pasdaran nikanin cî bidin derewên xwe. Li gorî agahiyên belav bûne Îsmaîl Heniye bi destê Pasdarên Îranê hat kuştin.

Îsmaîl Heniye nebirin otêlê, birina maleka Pasdaran û li wir kuştin. Îraniyek jî bi Heniye ra ne birîndar bûye, ne jî miriye. 

Ciyê bûyerê, şiklê teqînê, tunebûna îraniyekî şika tiliya Îranê di vê kuştinê da heye zêde dike.

XXX

DAIŞ´ê 10 sal berê di 3´ê tebaxa 2014´a da êrişî ser Şingalê kir, bi hezaran êzidî kuştin, bi hezaran keç û jin jî êsîr girtin, bi xwe ra birin. Bi hezaran jinên êzdî hîn jî di destê DAÎŞ´ê da ne. 10 sal berê li Şingalê komkujî çêbû: Birîn nakewin

Birîna jenosîda êzdiyên Şingalê di tarîxa miletê kurd da, di dilê miletê kurd da birîneka pir kûr e, nakewe, gerek neyê jibîrkirin. 3´ê tebaxê dibê bibe roja jenosîda êzdiyan. Dibê Neteweyên Yekgirtî 3´ê tebaxê wek rojeke jenosîda êzdiyan îlan bike. Dibê partiyên kurdan vê daxwazê ji Neteweyên Yekgirtî bikin.

Şehîdên Şingalê bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE