04 augusti 2024

Dê şîrîn e, welat şîrîntir e

Li dinyayê cî û warên pir xweş pir in. Lê dera, warê meriv lê mezin bûye, lê zaroktiya xwe borandiye li ber dilê meriv ji her derê, ji her welatî şîrîntir e. 

Meriv her derê ji bîr dike, lê taxa xwe, bajarê xwe, gundê xwe, heval û serpêhatiyên xwe yên zaroktiyê tu carî ji bîr nake. 

Ciyê wan di dilê meriv da, di mejiyê meriv da hetanî mirinê saxlem dimîne. Meriv wan tim bi hesret, bi evîn bibîr tîne…
War nema min lê danî, kanî nema min av jê anî, lê min tu war ji warê zaroktiyê bêtir neheband.
Dê şîrîn e, welat şîrîntir e.

Ji kewê ra gotin ku der xweş e? Go erdê ez lê bûm ferx.

XXX

Umir meriv baqil nake, serpêhatiyên meriv, ketin û rabûnên meriv, poşmanî û şaşî û cahiliyên meriv di jiyanê da kirine, çêyî û xerabiyên meriv dîtine, naskirina hevalên baş û xerab meriv dike xwedî tecrûbe, jiyanê fêrî meriv dike.

XXX

Her kesê bi destê te digire, te himêz dike ne dost e. Her kesê te aciz dike, bîna te teng dike ne dijmin e.

Hin însan bi te ra bi dev dost in, bi dil dijmin in. Bi rûkeniya derewîn nexape. Dost û dijmin, dilxwaz û dilnexwaz ne di ferehiyê da, di rojên teng da xuya dibin.

XXX

Jiyan mamosteyeka pir zalim e, berê îmtihan dike, dûra dersê dide. Ders jî carnan pir giran e, meriv nikaneçêke, di bin da dipelixe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE