04 augusti 2024

HUDAPAR ne wek partiyeke kurdan, wek partiyeke filistîniyan hereket dike

HUDAPAR´ê do li Amedê ji bo serokê HAMAS´ê Îsmaîl Heniyeyê terorîst meşeke pir mezin çêkiriye. Bi hezaran însan ji ne ji bo kurd û Kurdistanê, ji bo Heniyeyê terorîst meşiyana.

Hewqas kurd çawa hewqasî bêhiş bûne meriv fêm nake.

Li dijî dagirkerên welatê xwe, li dijî teror û qetlîamên wan, ji bo Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Qazî Mihemed nameşin, ji bo terorîstekî ereb xwe perçe dikin.

Siyasetmedarên, dîndarên tu miletekî din gelşên xelkê di ser yên xwe ra nagirin.


Hudaparî bi eslê xwe kurd in, lê wek hêzeke filistînî dixebitin, ji bo kurdan tu carî meşeke wiha çênakin. 

Çimkî armanca wan ne azadiya kurdan e, ew kurdên bûne leşkerên filistîniyan.
Welatê we jî hatiye dagirkirin, siyasetmedarên miletê we jî her roj tên kuştin, çima hûn rojekê ji bo wan, ji bo miletê xwe, li dijî Tirkiyê li Amedê meşeke hewqasî mezin nakin?

Maneya xwe hûn ne xêrxwaz û dilxwazên kurdan in, hûn ne partiyeke kurd û Kurdistanî ne, hûn hêzeke, partiyeke filistîniyan e, di nav kurdan da dixebitin ji bo ku kurdan ji micadala wan a netewî dûr xînin, bikin leşkerên ereban.


Yekî gotiye ”hûn li gorî çi dibêjin Îsmaîl Heniye terorîst ?”. Li gorî camêr Îsmaîl Heniye ne terorîst e, şervanekî azadiyê ye. Min ev bersîva jêr da camêr:

Hamasê 1200 îsraîliyên sivîl, hemû jî dostên filistîniyan bûn, bi hovane kuştin. Bi sedan jin, zarok, kal û pîr revandin.

Îsmaîl Heniye biryara vê qetlîamê da û dûra jî parast.

Îsmaîl Heniye dostê Tirkiyê û Erdogan yê herî bi qîmet e. Erdogan ji bona wî rojek şîn îlan kir. Kesê heval û dostê Tirkiyê ye ne dostê kurda ye, dibê kurd piştgiriya hevalên Erdogan nekin.

Çima Hudapar rojekê ji bo kurdan mitîngekê çênake, rojekê ji bo azadiya kurdan dua û nimêjê nake?

Hudapar ji bo filistîniyan dewletê dixwaze, çima ji bo kurdan naxwaze, çima rojekê ji bo azadiya kurdan li Amedê mitîngeke wiha çênake?

Te qet dîtiye filistîniyan ji bo me kurdan mitîngek çêkiribin, ji bo azadiya me nimêj û dua kiribin?

Beyaneka Îsmaîl Heniye ya li dijî Tirkiyê û piştgiriya kurdan nîşan bide. Lê serokekî kurd tune xwe ji bo filistîniyan neçirîne, negrî, şînê neke !

Çima em hewqasî kêmaqil in ?

XXX

Dinya pir xweş e, hêjayî meriv tê da bijî, vî umrê xwe yên kin bi kêf û dilşadî tê da derbas bike. Lê hin zalim, dîktator dinya him li miletên xwe, him jî li dinyayê kirine dojeheke meriv dixwaze jê bireve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE