04 augusti 2024

Her kurd ji bo miletê xwe azadîyê naxwze

Her kurd qedrê azadiyê, serxwebûnê nizane, lema jî azadiyê, serxwebûnê ji bo miletê xwe naxwaze.

Heger her kurdî azadî, serxwebûn bixwesta, heger her kurdî bixwesta ji bindestiya tirkan xelas bibe, dawiyê li vê jiyana me ya rezîl bîne, ewê li Amedê ne ji bona filistîniyan, ji bo miletê xwe mitîng çêkirina, ewê ji bo miletê xwe dua û nimêj bikirana...

XXX

Dinya pir xweş e, hêjayî meriv tê da bijî, vî umrê xwe yên kin bi kêf û dilşadî tê da derbas bike. Lê hin zalim, dîktator dinya him li miletên xwe, him jî li dinyayê kirine dojeheke meriv dixwaze jê bireve.

XXX

Meriv hin şaşiyên xwe dereng ferq dike. Piştî salan meriv ferq dike meriv bi merivên şaş ra hevaltî kiriye, wexta xwe ya pir bi qîmet daye merivên nehêja.
Meriv dike ax wax, lê axa wax tiştekî bi paş da venagerîne, şaşiya meriv rast nake.

XXX

-Pir miqateyî hûn bi kê ra digerin, bi kê ra hevaltiyê dikin. Çimkî bilbil meriv dibe ser dara gulê, qijik dibe ser sergo.
Hz. Mewlane

-Ya dibê meriv bêdeng be, ya jî gotineke ji bêdengiyê bi qîmettir bibêje.

Pîsagor

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE