05 augusti 2024

Mirî xeletiyê nakin

Merivê herî zana, herî baqil jî carnan kane tiştê şaş bibêje, fikreke şaş biparêze. Ev yek wî kesî xerab nake. Li dinyayê însanê qet şaşiyê, xeletiyê neke, qet fikreke şaş neparêze tuneye. Însan ne robot in.

Miheqeq ez jî carnan tiştên şaş dibêjim û diparêzim. Ez bi viya zanim û vê yekê jî ji bo xwe wek kêmasiyekê nabînim. Heta gorrê meriv tiştê nuh fêr dibe.
Mirî şaşiyê nakin, tiştên çewt nabêjin, lê ji ber ku mirî ne, her însan pir, hindik carnan tiştên çewt dibêjin, dipaêzin.

Gava meriv fikrê kesekî  rexne kir dibê heqaretê lê neke, biçûk û nezan nebîne. Hewcedariya me bi dîskurseke siyasî heye, lê dibê bi termînolojiyeke siyasî be, ne heqaret û tizan be.

XXX

-Her yê digrî ne bêhêz e. Her yê dikene jî ne bextewar e.

Li Tirkiyê û Kurdistanê rewşa aborî pir xerab e, însan feqîr ketine, digrîn. Lê dibê were zanîn ne bêhêz in. Rojekê were ewê hêza xwe nîşan bidin. Ew roj hêdî hêdî nêz dibe.

Dîktayor viya dibînin, lema zulma xwe zêde dikin.

XXX

-Ji siyaseta dîktatoran yek jî xizankirina milet e. Însan hewqasî mijûlî jiyana xwe ya rojane dibin, wextê nabînin bifikirin.

Arîsto

Li Tirkiyê tiştê Erdogan- Bahçelî kirine ev e, her kes ketiye heyra debara xwe, nanê zikê xwe.

XXX

Tu dîktatorî ne ebedî ye, rojekê dawî lê tê,dîktator bela xwe dibîne, ser serî teloqanî jêr dibe.

Lê dîktator bi rehetî dev ji kursiya xwe bernade,dibê zorê bibîne. Dibê milet serî hilde,dîktator mecbûr bike.

Li Tirkiyê rewş berbî wê dihere, lê hîn tam nekemilîye, hinekî din lazim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE