Havîna Stockholmê berbî qedandinê va diçe. Li Swêd bihar û havîn zû diqede, şevên dirêj û rojên tarî dest pê dike.
Lema di tebax û îlonê da dema roj xweş be însan ji malên xwe derdikevin derve û li derên xweş, li nav park, bexçeyên bajêr belav dibin. Min û xanimê jî îro wer kir.
Îro li Stocholmê roj xweş bû. Min û xanimê qela xwe kir yek, me berê xwe da herêma Djurgardinê. Pir qelebalix bû, turîstên alman û fransiz pir bûn.Vê carê em hinekî bi tedbîr çûn. Wek turîstan çenteyên me li pişa me bûn. Me binraxa xwe, ava xwe, qahwa xwe, sandewîçên xwe bi xwe ra biribû. Em li dereke xweş rûniştin, me bîna xwe girt û qahwa xwe vexwar û pariyek nan kir ber dilê xwe.
Em pir geriyan, em 10,43 km meşiyan. Lê Djurgarden mezin e, naqede. Me pê ra
negîhand herin Waldemarsudde û Muzeya Prins Eugens, li wan derên Stockholmê
herî xweş bigerin. Waldemarsudde li başûrê djurgardinê ye, belkî dereke
Stockholmê ya herî xweş e.
Berê min carê ew biribû wir, lê nayê bîra wê. Ezê hafiza wê teze bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar