06 augusti 2024

Kera barê te ne lê ye, ne ço kê, ne hûş kê

Pêşiyên me ji serpêhatiyên xwe ders girtine, gotine, kera barê te ne lê ye, ne ço kê, ne hûş kê. Yanî tiştê meriv eleqeder nake, ne gelşa meriv e dibê meriv xwe tevê neke, bela xelkê neyne ber deriyê xwe.

Dibê meriv belasebeb xwe li ber baranê şil û pil neke. Dibê em dostên xwe kêm nekin, dijminan li xwe zêde nekin.

Em miletekî bindest in, welatê me kirine çar perçe, dijminên me pir û xurt in.

Yanî derdê me, gelşên me pir in. Ev ne bes e, hin kurdên me diçin dibin hefadê filistîniyan, xwe tevî şerê wan û îsraîl dikin.

XXX

Piştî xerakirina nivîsên hişyariyê yên ser riyan yên bi kurdî û qedexekirina sitranên kurdî, nuha jî govend li kurdan qedexe kirine.

Li Osmaniyeyê berpiersên DEM Partiyê jî di nav da 5 kes ji ber ku govenda kurdî gerandine hatin desteserkirin.

Mêrikan êdî ne zimanê me tenê, sitran û govendê jî li me qedexe dikin.

Tirk xwedî dewlet in, em kurd jî bindest in, lema kanin vê zulmê li me bikin.

XXX

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî gotiye li Îraqê di nabêna salên 2021-2022´an da 5, 5 milyar dolar ji bankayeke dewletê hatiye dizîn.

Dibêjin ev dizî li dinya reqor e, hetanî nuha tu carî diziyeke hewqasî mezin nebûye.

Parlamenterê Îraqê û ndamê Komîsyona Şefafiyetê Hadî Selamî ji Rûdawê ra gotiye

“Pereyên hatine dizîn û hejmara kesên tevlî diziyê bûne ji ya hatiye ragihandin zêdetir e.”

Çavên dizên ereb tu carî bar nabe, hût in, kanîbûna ewê ne serweta Îraqê gişk tenê, çend qurişên bêrîka însanan jî bidizyana. Ereb, mêrikan him derewên mezin dikin, him jî diziyên mezin dikin.

 XXX

Heger Îran ya jî hin hêzên ereb êrîşeke mezin bibin ser Îsraîl ewê poşman bibin. Piştî êrîşa Hamasê ya 7´ê cotmeha 2023 çi hat serê Hamasê û filistîniyên sivîl, feqîr, eynî tişt ewê were serê wan jî.

Îsraîl wek me kurdan ne zeîf û ne bêpişt e. Ewê bersîveke giran bide hêzên êrîşkar.

Şalê Îran bi xwe dînîtiyekê bike, lê ez bawer nakim ew bi xwe bike, heger biwêribe ewê bi hin hêzên din bide kirin. Hela em binêrin rojê pêş çi surprîzê nîşanî me dide?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE