07 augusti 2024

Filistînî bi merivên şerûd nikanin tiştekî bi dest xînin


Hamasê Yehya Sînwar wekî serokê xwe yê nû diyar kir. Tê gotin Yehya Sînwar ji Îsmaîl Heniye gelkî tûjtir e, bêtir alîgirê şer û şîdetê ye; merivekî şerxwaz e, tarîxa wî mişt xwîn e.

Tê gotin Yehya Sînwar organîzatorê qetlîama 7´ê cotmeha sala çûnî ye.
Terorîstên Hamasê di êrîşê da 1200 sivîl kuştin û gelek kes jî revandin.
Ev qetlîam bû sebebê şerê Xezayê yê nuha hîn jî dom dike.

Yehya Sînwar, di sala 1989´a da ji ber kuştina du leşkerên Îsraîl û çend filistîniyên ”ajan” hatiye girtin û cezayê muebetê danê. 23 salan li Îsraîl di hefsê da maye, dûra bi teqasê hatiye berdan.

Wî di nav Hamasê da Hêza Ewlekariyê ava kiriye û di îfada xwe da gotiye wî bi destê xwe gelek xayin kuştine.
Hamasê bi terorê, bi şer hetanî nuha tu tiştek bi dest nexistiye û nikane bi dest xîne.
Yehya Sînwar bi qetlîama 7´ê cotmehê malik li gelê xwe wêran kir, heger eynî siyasetê bidomîne filistînî ewê li zirarê derkevin. Bi kuştina çend yahûdiyan, bi terorê filistînî nikanin tu mafî bi dest xînin.
Filistînî dibê ne bi şer, bi diyalogê, bi riyeke aştiyane bi Îsraîl ra li hev werin. Yehya Sînwar agir be jî nikane zora Îsraîl bibe, ewê filistîniyan hinekî din perîşan bike.
Şer tim bi xisar e, şerxewazî ne baş e. Destpêkirina şer rehet e, lê sekinandin zor e. Tarîx şahidê vê rastiyê ye.

XXX

Li Îngilistanê protesto, şer û teşxele nasekinin. Rewş pir cîdî ye, talûkeya bûyerên mezin, şerê navxwe heye. Hukûmet nikane bûyeran bisekinîne.

Damezrênerê Teslayê û xwediyê X´ê Elon Musk li ser bûyerên Îngilistanê gotiye: "Kes nikane rê li ber şerê hundur bigire."

Hêvî dikim texmîneke şaş be.

Yanî hedîse hewqasî cidî ye. Li her welatê Ewrûpa Rojava potansîyela bûyerên wiha heye, him jî mezin e.

Hêvî dikim hukûmeta Îngilistanê bikanibe vî agirî vemrîne, rê li ber şerekî mezin bigire û bûyerên wiha li welatên din jî dest pê neke. Ez ji taliya me û zarokên me bi tirs im.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE