08 augusti 2024

Altan Tan ji kurdên îslamî pirsî: Kurdno we xêr e ?


Parlamenterê Diyarbekrê yê HDPê yê berê Altan Tan di Amed TV´yê da îslamîstên kurd rexne kiriye, gotiye, "kurdno, we xêr e, çima hûn ji bo Hamasê û filistîniyan xwe hewqasî perçe dikin?

Altan Tan gotiye, kurdan her tim destek dane doza filistîniyan, lê filistîniyan tu carî piştgiriya doza kurdan nekirine, belovacî wê, tim bûne havalên dewletên zulmê li kurdan dikin, destek dane siyaseta wan ya li hemberî kurdan.
Van tiştan em jî tim dibêjin, lê gotina Alatan Tan gelkî muhîm e. Çimkî ew jî siyasetmedarekî ji cepheya kurdên îslamî ye.

Ez beşekî ji axaftina Altan Tan dikim kurmancî:
”Em kurd, di serî da jî kurdên sosyalîst, di salên 1960-70´î da em çûn heta bi filistînê. Di kampên filistîniyên miltecî da me li hemberî Îsraîl şer kir. Di nava van da yên wek Faîk Bulut 7 sala di zindanên Îsraîl da mane jî hene.
Gelê kurd ê misilman jî wek gelê tirk ê misilman ji roja ewil da ye tim li ba gelê filistîn cî girt.
Baş e gelê filistîn çi kir?
Filistîniyan tu carî piştgirî nedane doza kurdan ya meşrû, huqûqî.
Heta hîn jî bi pêşda çûn, piştî Qetlîama Haleçeyê Yasar Arafat li ba Seddam Husên cî girt.
Lîderên filistînî hemûyan, sosyalît, sekuler, lîberal û îslamciyên Hamas jî di nav da, her tim piştgirî dane siyasetên dewletên herêmê yên negatîf li dijî kurdan. Her tim piştgiriya siyaseta Îraqê, Sûriyê, Îranê û Tirkiyê ya li dijî kurdan kirine.
Êêê, hey kurdên misilman, ji bo çi hûn xwe hewqasî xwe didirînin ?”


Yekî wek Altan Tan were vê nuxteyê, van rexneyan li lîderên filistîniyan û kurdên îslamî bigire pir muhîm e. Kêfa min ji van gotinên wî ra hat, lema min ev beş wergerand kurmancî.
Kesên wek Altan Tan bêdeng nemînin, korfahmiya îslamîstên kurd rexne bikin pir muhîm e. Min ev şêla wî teqdîr kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE