08 augusti 2024

Amerîka gotiye ewê Tirkiyê ceza bike

Alîkarê Wezîrê Bazirganiyê yê Amerîkayê Matthew Axelrod, ji ber têliliyên Tirkiyê bi Rûsayayê ra gazin ji Tirkiyê kiriyegotiye, li ser bazirganiya bi Rûsyayê ra wan bala Tirkiyeyê kişandiye, heger Tirkiye helwesta xwe neguherîne ewê Tirkiyê ceza bikin.

"Me ji bo îxracata tiştên elektronîk ên Amerîkayê, bi taybetî jî yên ji bo çêkirina sîlehan tên bikaranîn hişyarî dabû Tirkiyê.

Lê Tirkiyê guh neda hişyariya me. Eger em guherînê bi awayekî zelal nebînin emê ji neçarî Tirkiyê ceza bikin.”

Serokê Tirkiyê hetanî bivikê, tirsê, ço nebîne dev ji alîkariya Rûsyayê bernade.
Ambargoya Amerîkayê, YekîtiyaEwrûpayê danîne ser Rûsyayê û Îranê vala ye, tenê nav e. Çimkî ji Rûsyayê û îranê ra çi lazim be Tirkiye dikire û dide wan.
Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê ji roja pêşî da ye vê bazirganiya tirkiyê zanin, lê dengê xwe nakin. Bi gefên vala Erdogan dev ji tîcareta xwe ya bi Îranê û Rûsyayê ra bernade.

XXX

Bi kurmancî ji bo merivên bi xîret gotineke pir xweş heye, gava yek ne tembel be, karkir be, çi kar bi dest keve dike, dibêjin filan keso "nanê xwe ji kevir derdixe."

Gotineke xweş e, merivê jêhatî, xebatkar teqdîr dike, kêfa min ji vê gotinê ra tê. Ez jî ji kesên wiha hez dikim. Meriv bi keda xwe bijî, destê xwe li ber xelkê venegire xweş e.

XXX

Hin kes şîretan li serokên Îranê dikin, dibêjin baqil bin, rehet bisekinin, dev ji fîtne û fêsadiyê berdin.

Meleyên komara zebaniyan dev fitnebaziyên xwe bernadin. Gayê xerab tim golik e, mêrê xerab tim lawik e. Heta bikanibin xerabîyê bikin, karekî baş nakin. Kurmê şîrî heta pîrî. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE