31 juli 2024

Demirtaş li ser kuştina serokê Hamasê gerek beyaneka wiha neda

Selahettîn Demirtaş li ser kuştina serokê Hamasê Îsmaîl Hanîye li dijî Îsraîl beyaneka pir sert daye.

Îsraîl kuştina Îsmaîl Hanîye negirtiye ser xwe, lê Demirtaş dîsa jî bi gotinên pir giran dev avêtiye ji Îsraîl da, Îsmaîl Hanîyeyê îslamîst, serokê hêzeke terorîst wek qehremanekî têkoşer nîşan daye. Wek merivekî îslamî û dijminê Îsraîl gotiye:
”Ji zû ve ye desthilata Netanyahu di bêhiqûqîyê, bêexlaqîyê û di nemerdiyê da sînor derbas kiriye. 
Ez naletê li qetilkirina Haniye ya bi awayekî tirsonek dibarînim.”

Serokê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh li Tehranê hat kuştin

Serokê HAMAS´ê yê siyasî Îsmaîl Hanîyehê 62 salî li paytexta Îranê, li Tehranê li mala lê dima hat kuştin. 

Kuştin bi êrîşeke mûşekî bûye. Dibêjin Îsraîl li pişt êrîşê ye, lê Îsraîl hîn ev îdîa qebûl nekiriye. Lê ewê Îsraîl be.

Gava min xebera kuştina Îsmaîl Hanîyeh li Tehranê xwend ez matmayî mam. Ez bawer dikim ne ez tenê, her kes matmayî ma.
Li Tehranê çawa kane tiştekî wiha bibe?

30 juli 2024

Kobanê - xeyala azadiyê

Telewîzyona Swêd kanala 2´a belgefîlmê  ”Kobanê - xeyala azadiyê/ Kobane - drömmen omfrihet” nîşan dide.

Fîlm di sala 2022´a da hatiye çêkirin. Me berê jî dîtibû, lê em careka din lê temaşe dikin. Temaşekirina li fîlmekî bi kurdî xweş e.

Du xwendekarên kurd, Jenkidar û Hussein ji Beyrûdê vedigerin bajarê xwe Kobanê. Sal 2014 ye. Dema ew digihin bajêr, şerê li dijî DAÎŞ´ê dest pê dike.

Îro li Stockholmê em bûn turîst


Îro li Stockholmê roj pir xweş bû, 26 derece germ bû. Min ji xanimê ra got, her roj em li taxa xwe, li der dora mala xwe digerin, were îro em herin derek dûr û xweş. Gurra min kir, got baş e, tu min bibî ku ezê werim.

Me lêxist em çûn Djurgardenê, Bexçê Rosendalê(Rosendals Trädgård).Ji ber ku roj xweş bû, Djurgarden û Bexçê Rosendal pir qelebalix bû, turîst pir bûn, piranî jî alman bûn. 

Li Qahwexana baxçe heta me maseyek vala, ciyekî rûniştinê dît em pir geriyan.

Dibê Tirkiye ji NATO´yê were avêtin

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yisrael Katz gotiye, ”serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Îsraîl bi îstîlayê tehdît dike. Ji ber vê jî dibê Tirkiye were protesto kirin û ji endametiya NATO´yê were derxistin.”

Daxwazeke rast e, di cî da ye. Tirkiye endametiya NATO´yê heq nake, lema jî Tirkiye wek dewleteke endamê NATO´yê hereket nake, guh nade biryarên NATO´yê, bi dijminên NATO´yê ra di nav hevkariyê d aye.

29 juli 2024

Erdogan gefa êrîşê li Îsraîl xwariye

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pir eşkere gefa êrîşê û herbekê li Îsraîl xwariye, gotiye:
”Em çawa ketin Qerebaxê, çawa ketin Lîbyayê emê eynî tiştî bînin serê wan(Îsraîl)jî. Ji bo ku em viya nekin tu sebeb tune ye. Tenê dibê em xurt bin ji bo ku kanibin van gavan bavêjin.”

 Erdogan li vir, him Îsraîl bi dagirkirinê tehdît kiriye, him jî îtîraf kiriye şerê li Qerebaxê û Lîbyayê Tirkiyê derxistiye, Tirkiyê Qerebax dagir kiriye, Tirkiyê herba Lîbyayê derxistiye, ew felaket aniye serê gelê Lîbyayê.

28 juli 2024

Kurt û Kurmancî - Zinarê Xamo | كورت و كورمانجی - زنارێ خامۆ

Dil ne cam e gava şikiya deng derxîne

Rê ji dila diçe dila, tu bi çi çavî li kê binêrî ewê jî bi wî çavî li te binêrin. Çav derewa nake, dil miqabilê dil e.

Dil ne cam e gava şikiya deng derxîne. Şikir dil ji zimanê dil fêm dike. Lema pêşiyên me gotine dil ji dila diçe dila.

-Dilê te wek zêr be çi qîmeta xwe ye, piştî ku eyarê wî kêm be.

27 juli 2024

Dîkê baş di hêkê da bang dide

Wek ferdên miletekî bindest, bêdewlet dibê em bi bindestiya xwe, bi bêdewletbûna xwe biqherin, vê yekê ji xwe ra bikin derd, xwe bi miletên xwedî dewlet ra muqayese bikin.

Pêşiyên me xweş gotine:
”Heger qirşî ji qirşîyê neqehere, avî ji avîyê neqehere kerekî nakin.”
Dibê dilê me bibije miletên, kesên xwedî dewlet, em bibêjin çima dewletên wan hene, çima ya me tune ye?

26 juli 2024

Tirkiyê ne kurdî tenê, zimanên din jî hemû qedexe kirine

Îbrahîm Halîl Baran, di malpera xwe ya X´ê da tirkan zimanên din çawa qedexe kirine, çawa navên gundan û derên din guhertine, du kuporên rojnameyan parve kiriye.

Min nivîsa rojnameyekê wergerand kurmancî. Hûn kanin nivîsên li ser vê meselê û kuporên rojnameyan di malpera Îbrahîm Halîl Baran da jî bibînin. Ez jî kopîyên wan diweşînim.

Her derî kilîtek wî heye

Her derîyek kilîtek wî heye, kilîtek lê tê. Her gelşek, her teşxeleyek çareyek, çareseriyek wê heye. Gelşên me kurdan pir in, lê heger meriv bixwaze çareserî jî hene. Dilê şivên bixwaze ji nêrî şîr didoşe. Serî her tiştî daxwaz e, dilpakî ye.

Mêwa her darê tune ye. Hin însan wek dara bêmêwe ne. Wek şesx hene, lê bêkêr in, ne ji defê ra dibin, ne ji zurnê ra.

25 juli 2024

Kurdî li ber mirinê ye

Dîrektorê Navenda Xebatên Kurdî (KSC) Reha Ruhavioglu li ser asîmîlasyona kurdan gotiye:

”Li Kurdistana Bakur ji deh kesan 3 kes kurdî baş dizanin. Her ku mirov ber bi Tirkiyê ve diçe axaftin û zanîna kurdî kêmtir dibe.
Her ku nifşên me ciwantir dibin axaftina kurdî kêmtir dibe.
Axaftina kurdî li cem jinan du-sê pûanan ji ya mêran kêmtir e.”

24 juli 2024

Ax pişta min !

Kûçikê pişta wî hebe dibe gurxenêq.
Pişta meriv hebe meriv stûr dibe, kes newêre bela xwe di meriv bide, her kes li hember meriv kibar û hurmetkar e, kes newêre tiliya xwe berbî meriv bike.
Pişta me hebûya, em xurt bûna dagirkerên welatê me nikanîbûn ev zulm li me bikirana, nikanîbûn her roj agir bi ser me da bibarandana. 
Mêrik li zikê wî xist, got ay pişta min. Got law ez li zikê te dixînim, çima tu dibêjî "ax pişta min?"
Got heger pişta min hebûya te nikanîbû li pişta min xista.

23 juli 2024

Pakêta ez li bende kevzikî bûm îro hat

Pakêta ev du meh in ez li bende bûm şikir îro hat. Min 1200 kronê swêdî(100Euro) heqê kargoyê da. Bêxwediya heqê postê pir biha ye.

Min nizanîbû heqê kargoyê bişanda, serê min pir pê ra êşiya. Min ban lawikê xwe kir, wî şand. Ne ew ba min nikanîbû bişanda.

Meriv di înternetê da ji kitêbfiroşan temî bike erzantir tê. Ew kanin erzantir bişînin.

Ji xeman xew tê, ji kerban ken tê

Hin gotin hene meriv aqil jê digire, meriv didin fikirandin. Ka werin bîstekê jî van çend rêzên jêr bixwînin.
Nivîsên li ser siyasetê, li ser bêtifaqiya me kurdan êdî ez westandime. Lema carnan di nav ra dixwazim qala tiştên din jî bikim.
-Alkol bi mişk dane vexwarin, ji pisikê ra meydan xwendiye, gotiye tu mêr î were vir !

-Bizinê ji dêlî avê va alkol vexwariye, serxweş bûye, li mala gur pirsîye.
-Alkol bi kerê dane vexwarin, daye lotikan, kurtanê xwe bexşîş daye.
-Ji kerê ra gotine naziyekê bike dest bi zîtikan(tîzikan)kiriye.

22 juli 2024

Masîyê mezin masîyê biçûk dadiqultîne

Rûs dibêjin merivê şil ji baranê natirse. Kurd êdî ji mirinê natirsin, çimkî jiyana wan tim û daîm di bin gefa mirinê da ye.

Çar keriyên gurên har dora me girtine, tim me dixun. Heta em jî weke wan nebin xwedî dewlet û artêş ewê tu carî dev ji êrîşan û xwarina me têr nebin.
Masiyê mezin masiyê biçûk dadiqultîne. Li vê coxrafyayê heta em nebin xwedî dewlet, em nikanin xwe ji êrîşên guran biparêzin, emê tim masiyê biçûk û qûtê masiyên mezin bin.

Keçika kitêbfiroş û dildarê wê

Li Kabûlê xort çû ba dildara xwe ya kitêbfiroş. Ji şansê wî yê xerb ra bavê keçikê jî li wir bû.

Keçikê ji dildarê xwe ra got:
-Ma tu hatiye kitêba nivîskarê alman Yorg Danîel, ”Bavê Te li Mal e” bigirî?
Dildarê wê got:
-Na, ez hatime kitêba nivîskarê îngilîz Tomas Munîs, ”Ez kanim te li ku bibînim” bigrim.

Keçikê got:

21 juli 2024

Dostiya ba û pel û halê me kurdan

Ba û pelê darê bûn dostên hev. Ba êdî pel bi ber xwe nedixist, ew li der û doran, rasto çepo belav nedikir. Rojekê bê ji pel ra got:

-Hevalê hêja, bibêje, dilê te ku derê dixwaze, tu dixwazî herî ku ez te bibim wê derê.
Pel da hişê xwe, bîstekê fikirî, tu der nehat bîrê, xwe kerr kir, tiştek negot.
Bê(ba) careka din jê pirsî:

20 juli 2024

Em bi malbatî çûn serdana Arasê xwe


Îro em bi malbatî çûn ba neviyê xwe Olîver Arasê şîrîn. Me feqîro ji dest hev revand. Geh min kir himêza xwe, geh xanimê, geh azad û Fûad. Gedê feqîr şaş ma, cara pêşî bû hewqas kesî ew ji dest hev direvand.

Lê wele mêrik qedrê me girt, dilê me gişan xweş kir, hat himêza me gişan.
Dûra Azad em anîn malika me û me xatir ji hev xwest. Sibe rêwî ye, ewê here Lundê mala xwe.

Dil û ziman

Rojekê padîşê ban kolê xwe kir, jê ra got:

-Ji min ra pezekê serjêke û ji hundurê wê du organên herî baş ji min ra bîne.

Kole çû mîhak serjê kir, zimanê wê û dilê wê xist sêniyekê, bir jê ra.
Padîşê got:

19 juli 2024

Me îro jî hin derên xweş dîtin

Gava texsîya(ereba) meriv di bin meriv da be, şufêr û rêberê meriv jî ji malê be, lawikê meriv be, meriv têr digere, kêfa mîra dike. Rojê dereke xweş dibîne.

Îro jî em çûn Dalaro, giraveka seetekê dûrî mala me ye. Em çend setan lê gerîyan, dûra jî hatin malê. Me dereke nuh dît. 

Li Stockholmê gelek der û giravên pir xweş hene. Her cara Azad tê Stockholmê bi xêra wî em hin derên nuh dibînin. 

Bersîva kalê zana

Wext û zemanekî kalekî pir zana hebûye. Te çi jê bipirsiya bersîva wî hazir bû, bersîveke xweş, biaqil dida.

Rojekê yekî gotiye:
-Ezê pirseke wer jê bikim ewê nizanibe, nikanibe bersîvê bide.
Gotine tu yê çi jê bipirse?
Gotiye:
-Ezê jê ra bibêjim, di destê min da pinpinîkek(minminîkek, pepûleyek)heye, Sax e(zindî ye), mirî ye?

18 juli 2024

Xêra mîvanan gihîşt me jî

Azadê me em îro li Stockholmê birin çend derên pir xweş, derên, herêmên wek cinetê; sakîn, paqij, heta tu bibêjî xweş.

Berê em birin herêma Djursholmê li der û dora vê herêma qodemanan baş gerandin.
Djursholm herêmeke ciyê kesên dewlemend e, giş vîlayên ji hev xweşiktirin. Meriv ji gera wê, ji xwezaya wê têr nabe.

Dil dixwaze lê wext têrê nake

Di medyaya sosyal da, bi taybetî jî di malpera Botan Timesêda gelek nivîsên pir xweş bi ber çavên min dikevin. 

Di Botan Timesê da Ferzan Şêr, Tewfîq Bayram, Roger Acun, Înan Eroglu, Mûrad Dildar û çend kesên din nivîsên pir muhîm dinivîsînin.

Semîha Yildiz xanim Podcastên pir xweş çêdike, meriv ji gudarîkirina dengê wê têr nabe.
Necat Zivingî, Îbrahîm Xelîl Baran, Gewran Goyî û gelek kesên din jî di malperên xwe da nivîsên pir xweş dinivîsin.

17 juli 2024

Azadê me saleka din kal bû


Xanima min, Azad û ez 2018

Îro rojbûna lawikê me yê mezin Azad . Camêr bû 48 salî. Wî jî êdî por û rî sipî kiriye.
Ji Lûndê hatiye serdana me. Me jê ra festek xweş, yên ew jê hez dike çêkir. 

Xanimê jê ra nanê goşt, min jî jê ra tawa Wêranşarê, cacix û zeleteyê ew pir jê hez dike çêkir. 

Parsekê cihû û tîcaret

Li Amerîkayê du kesan li ber dêrekê pars dikirin. Di destê yekî da pankartek li ser ”ez cihû me” dinivîsî hebû. 

Kesî qurişek jî nedida yê cihû, ji qerezî wî ra didan parsekê din. Him jî perakî zêde, ji bo ku yê cihû biqeherînin didan didanê. Ji bo ku yê cihû biqeherînin.

Vê yekê bala yekî kal kişand, gunehê wî bi parsekê cihû hat, çû balê, bi zimanekî henûn jê ra got:

16 juli 2024

Min reçela salê hazir û amed kir

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû karê min ê topkirina giryazan(qeresî, wîşne)hîn neqediya ye, ezê sibe jî dom bikim.

Min karê xwe îro qedand, min dara feqîr baş rûçikand.

Gava ez wiha dibêjim helbet dîsa herî kêm 4-5 kîlo peva man. 

Guliyên bilind ez nedigihîştimê, min ew ji çûçikan ra hîştin. Nabe meriv para wan nehêle.

Bêtalihiya dara gûzê û Kurdistan

Li ser rê dareka gûzê bû. Dareka pir mezin û bi heybet bû. Şax û guliyên wê berberî asîmanan bûbûn. 

Her sal bi baran gûz digirt. Guliyên wê di bin giraniya gûzan da xwar dibûn, digihîştin erdê.

Ji ber ku dareka pir mezin, pir bilind bû, newêrîbûn hilkişiyana ser.
Yên ji wir derbas dibûn ji bo ku çend gûzan bixun guliyên wê kevir dikirin, dişkandin.
Dara gûzê rojekê ji xwe got:

15 juli 2024

Bi dara xwe ya giryazê em xenê bûne

Îro pir xebitîm, ji kar qet venehesîyam, pir westîyam. Ji vêsê da ye nuh têm ber kompîtorê.

Piştî nivîsa xwe ya sibê, min çû şekirê reçelê(şekirê bi pektîn) kirî û hatim. Dûra jî bi dara me ya giryazê(wîşneyê, qeresîyê)da hilperikîm, min 5 kîlo wîşne top kir.

Min wîşneyên xwe çend caran baş şuşt, dendikên wan jê derxistin û kir reçel.
7 şûşe ji hilberîn û keda min a îro derket.

Şertên Îslamê

Yekî cihû(yahûdî)çûye ba cîranê xwe yê kurd, gotiye:

-Nêta min heye ez bi misilman bim. Gelo şertên Îslamê çend in?
Yê kurd bîstekê fikiriye, dûra gotiye:
-Şertê îslamê 8 in.
Mêrikê cihû gotiye:
-Yaho çawa dibe, tiştê min ji der û dora xwe bihîstiye gerek 5 be.
Yê kurd gotiye:
-Destpêkê, dema ji me ra hat 5 bû, lê dûra zêde bû….

14 juli 2024

Îspanyayê bi lîstika xwe şampîyonî heq kir


Texmîna min rast derket, Îspanya ev cara çara ye dibe şampîyon; (1964, 2008, 2012, 2024).

Baş bû maç dirêj nebû û nema penaltiyan. Dibê tu taxim di futbolê da bi penaltiyan nebe şampîyon. Ji ber ku maç di 90 deqeyî da qediya pir baş bû, li gorî dilê min bû.

Îngilîzan xerab nelîstin, lê îspanî ji wan baştir bûn û pirtir şansê gol bi dest xistin.

Îro mala me şên bû

Îro Arasê me hatibû sedana kalik û pîrika xwe. Bi hatina wî mala me şên bû, em pir kêfxweş bûn. Zarok êmîşê malan e.

Min jê ra kompîtor vekir û bîstekê li lîstik û muzîka kurmancî guhdarî kir. Kêfa wî pir jê ra hat, dîn bû, dikira klaviya min bişkanda.

13 juli 2024

Çîroka Moîzê cihû û îslamîstên tirk

Di wext û zemanekî berê da yekî cihû(yahûdî) çûye li Qeyseriyê bi cî bûye. Navê wî Moîz bûye. Li çarşiya sergirtî ji xwe ra dikaneka kirê kiriye. Ji cîranên xwe na pirsîye:

-Bi ya we li vê çarşiyê dibê ez xwe ji kê biparêzim, hevza xwe ji kê bikim?
Ji tucaran yekî, dikaneka hinekî wê da nîşanî Moîz efendî daye, gotiye:

12 juli 2024

Germa havînê meriv tembel dike

Îro li Stockholmê 25 derece germ e, destê min ji sîyê û û honikahiya hewşê nabe.
Gava hewa wiha germ dibe, canê meriv giran dibe, meriv naxwaze here hundur û li ber kompîtorê rûne û bike şeqeşeq.
Meriv dixwaze li ber siyê rûne, qahwa xwe vexwe û bixwîne. Lê piştî demekê ez di xew ra diherim.

Çi kanibe zirarê bide kurdan Tirkiye dixwaze wê bike

Hin kes dipirsin, dibêjin gelo Tirkiye ewê penaberên Sûrî paş da bişînin ya na?

Çi li dijî kurdan be, çi kanibe zirarê bide kurdan Tirkiye ewê bike, dixwaze wê bike.

Siyaseta Tirkiyê pir eşkere ye, ji A hetanî Z li ser asasê antî-kurd e.

Erdogan-Bahçelî dixwazin bi Beşar Esed rar li hev bikin, rê li ber statu û azadiya kurdan bigirin.

11 juli 2024

Hekemê kor

Di orta maçeka futbolê da lîstikvanekî xwe nêzî hekem kir, jê ra got:

-Navê kûçikê te çi ye?
Hekem matmayî ma, got:
-Kûçikê min tune ye.
-Pir ecêb  e, him tu kor î, him jî kûçikê te tune ye!

Hekem neheqiyeke mezin li Hollandayê kir

Têkçûna Hollandayê di deqîqeya 90´î da ne karê aqil e, trajîk e. Dilê min pir bi wan şewitî. Quzê gur bi îngilîzan ra bû, xolê xwe avêtin û maç qediya.

Xwezî maç dirêj bibûya, bi vî hawî neqediya. Ev şikil wendakirin bêşansiya Hollandayê ye.

Penaltiya hekem da Îngilistanê ne penaltî bû, xolekî belaş bû, neheqiyeke mezin li Hollandayê kir. Bi baweriya min biryara penaltiyê skandal bû. Di maçeke hewqasî muhîm da dibê şaşiyên wiha nebe, taximê heq kiriye here fînalê.

10 juli 2024

Sirrên umrekî dirêj û bi sihet

Gelek kes li riyên umrekî(jiyaneka) dirêj û bi sihet digerin, ji bo wê gelek metodan diceribînin.

Li gorî pisporan bersîva vê yekê rehet e. Parêzeke bi denge, yanî ne kêm, ne zêde, jiyaneke aktîf, bi hereket, xeweke têra xwe têrê dike. Û dibê meriv xwe ji xirrecirên zêde, teşxeleyan jî biparêze, ji xwe ra sitresê çêneke.

Bi jiyana aktîf, bi hereket ra dibê meriv li xwarin û vexwarin jî miqate be, xurekên bi fêde bixwe, sebze, mêwe ji ser xwe kêm neke.

09 juli 2024

Me du kalên rîsipî îro nostaljiyek baş kir

Dostê minê hêja yê 44 salan Memo Yetkîn ji Brukselê hatiye Stockholmê.

Îro ez û wî li Stockholmê, li quncikê pastaxaneyek sakîn hatin ba hev. Me têr qala sal û demên borî kir. 

Nostaljî xweş e. Hewcedariya ruhê kalên wek me bi nostaljiyê heye. Dibe wek xwendina romaneke bîranînan. 

Meriv bi hev ra dixxwîne, hin bûyeran, serpêhatiyan tîne bîra hev. Hafize teze û şiyar dibe.

Ziman û qerekter

Çiqasî rast e ez nizanim, lê li gorî tezeke, nezerîyeke psîkologan meriv bi çend zimanan zanibe hewqas qerekterên(şexsîyetên) cihê bi meriv ra çêdibin. Yanî her zimanek bi meriv ra qerekterekê peyda dike.
Lema dibêjin her zimanek însaneke.

Ev dîtin ne henek menek e, îdîayeke cidî û ilmî ye.

Çimkî ziman ne tenê navgînek ragihandinê ye, di eynî wextê da ji bo însên sermayek e, nasnameya meriv diyar dike.

Cenk Tosun: Wek tirkekî tu mecbûr î li hemberî hemû dinyayê şer bikî


Futbollîstê tirk Cenk Tosin di vîdeoyekê da dibêje:

”Ji bo ku em tirk in em bextewar in. Xwezî bi dilê kesê dibêje ez tirk im. Çimkî li vê dinyayê tirkbûn zor e. Ji ber ku tu ne li hemberî welatekî tenê, tu mecbûr î li hemberî tevayiya dinyayê şer bikî.”

Vîdeoya wî di malpera Necat Zanyar a X´ê da heye, ji bo ku axaftina wî bi tirkî ye min parve nekir.

08 juli 2024

Kirîza 40 saliyê

Nivîseke min a 34 sal berê

1990
Gotina kirîzê(buhran, qeyran)gotineke fransî ye, çend maneyên wê hene.

Mesela kirîza siyasî, kirîza aborî ji bo me kurdan kirîzên herî nas in. Bi taybetî jî kirîza siyasî tu carî pêsîra me bernade.
Bêyî van herdu kirîzan, kirîza ji zaroktiyê derbasbûna xortaniyê jî heye.
Ev kirîz bi piranî xwe di nabêna salê 13-18´a da nîşan dide. Lê bi her kesî ra çênabe, lê heye.

07 juli 2024

NÎKE´yê li ser daxwaza Tirkiyê reqlama navê kurd û Kurdistanê tê da bû rakir

Marqa kinc û solan a bi nav û deng NIKE teslîmî gef û zextên Tirkiyê bû û reqlama xwe ya dawî, ji bo ku navê ”kurd û Kurdistanê tê” da hebû ji malpera xwe rakir.

NIKE´yê di reklama xwe ya dawî da gotinên sitrana koma “Bijî”yê bi kar anîbû.
Di sitrana reqlamê da dibêje, ”ez dixwazim zêrên xwe wek dayikek kurd bi xwe ve kim, ez ji viya hez dikim. Ji Londonê hetanî Kurdistanê.”

Li Tirkiyê girî û şîn e

Min bawer nedikir Hollandayê zora Tirkiyê bibe, 2-1 qezenc bike, lê kir. Pir baş bû, kêfa min hat.

Baş bû tirkan do qezenc nekir, ji Berlînê serketî derneketin. Heger qezenc bikirana ew dîn bibûna, belkî bi sedan kesî xwe seqet bikira. Berlîn, Almanya serobinî hev bikirana.

Bi taybetî li bajarên Kurdistanê ewê milet ji guhan bikirana, ewê nehîştina îşev xew bi çavê kesî bibe.

06 juli 2024

Dinya xweş bûye lê ji me ra xerab hatiye

Gelek feydeyên medyaya sosyal hene, dinya biçûk kiriye, gelek kar rehet kiriye, karê dûr nêzîk kiriye, meriv ji bûyerên diqewimin tavilê haydar dibe.

Lê li alî din wek kurdekî xeberên meriv pê dilşa û kêfxweş bibe bi ber çavên meriv nakevin. Ev yek min bêhuzûr dike.

Her sibe gava ez kompîtora xwe vedikim, her xebera ez li ser kurdan û Kurdistanê dixwînim min xemgîn dike.

05 juli 2024

Almanyayê hêvî dikir ewê bimîne fînalê, lê wer nebû

Texmîna min rast derket, îspaniyan alman hustuxwar şandin malên wan. Lê mêrikan xweş lîstin, serketin heqê wan bû. Hekem penaltiyeke Îspanya jî ji nedîva hat, heqê wan xwar.

Jixwe Almanya li hemberî Îspanyayê tim bêşans e, di deqa dawiyê da wenda dike. 

Erê almanan jî xweş lîstin, parastina wan ji ya îspaniyan baştir bû, lê Îspanya ji wan baştir bû, lema wan berê gol avêtin. Lema qezenckirin heqê Îspanyayê bû.

Bi derewên Mesûd Pezeşkîyan nexapin


Namzedê serokkomariya Îranê Mesûd Pezeşkîyan di mitîngên xwe da bi kurdî dipeyive û carnan jî dibêje
”bijî Kurdistan”!

Bi baweriya min Pezeşkîyan ne samîmî ye, ji dil nabêje ”bijî Kurdistan”, ji bo xapandinê, ji bo girtina rayên kurdan vê demagojiyê dike.
Pezeşkîyan e kurd e, azerî ye û got ew bi azerîbûna xwe serbilid e. Tiştê min ji axaftinên wî fêm kiriye ew ji kurdan bêtir dost û dilxwazê Tirkiyê û tirka ye.

04 juli 2024

Di 6´ê temûzê da bi milyonan tirk ewê bibin gurê boz

UEFA´yê, kesên îşareta Merîh Demîral a ”gurên boz” rexne kirin ji xwe ra xera  kirin, êdî bi sedhezaran tirk ewê bibin gurê boz.

Berê faşîstan, hevalên MHP´ê ew îşaret dikirin.
Di maça Hollanda-Tirkiyê ya 6´ê mehê da bi sedhezaran temaşevanên tirk di turîbûnan da û li derva ewê îşareta gurê boz bikin.
Dibêjin serokê Tirkiyê Erdogan jî ewê here maça Hollanda-Tirkiyê. Bi îhtîmaleke mezin Erdogan jî ewê eynî îşaretê bike.

Nivîsek 38 sal berê

Min ev nivîs bi tirkî, di 7´ê îlona 1986´a da şandiye konferanseke li Almanyayê çêbûye. Ez ji alî Profesorê tirk Server Tanîllî va hatibûm dawetkirin. Ez neçûme konferansê, min ev nivîs şandiye ji Server Tanîllî ra.

Min nivîs ji tirkî wergerand kurmancî.

-Birêz Profesor Server Tanillîyê hêja!
Gelek sipas ji bo ku we ez jî dawetî civîna foruma "li Tirkiyê demokrasî û mafên însanî” ya ewê  di 13´ê îlona da li Frankfurtê çê bibe kirime.

03 juli 2024

Nivîsek 39 sal berê

Du sê roj berê di permekê da ez rastî 5 nivîsên xwe hatim. Min di nabêna 1985-1986´a da nivîsîne. Çar hebên wan bi kurdî ne, yek jî bi tirkî ye.

Nivîsa bi tirkî di 7´ê îlonê da min ji Profesor Server Tanîllî ra şandiye.
Di 13´ê îlonê da li Almanya, li Frankfurtê konferansek(Li Tirkiyê foruma demokrasîyê û mafê însanî)ewê çêbibûya. Li ser navê Server Tanîllî ez jî hatime dawetkirin. Ez neçûme konferansê, min nivîsek şandiye ji Server Tanîllî ra.

Merîh Demîral got ew yekî ji Gurên Boz e !

Lîstikvanê tirk Merîh Demîral do bi şev piştî gola avêt ji Awisturyayê da îşareta MHP-faşîstên tirk kir, nîşan da ew yekî faşîst e, hevalê Gurên Boz e. 
Gurên Boz irqçî, faşîstên êrîşkar in, bêtir neyarên kurdan e.

Kurdekî bi navê Adnan Arslan di malpera xwe ya Facebookê da gotiye, ”Ev hereketa Merîh Demîral navê Taximê Tirk ê Millî xera kir.”

Yanî ji ber ku Merîh Demîral bi wê îşareta faşîstan xwe îfşa kiriye Adnan Arslan xemgîn bûye, fena ku bibêje xwezî te xwe eşkere nekira.

02 juli 2024

Serpêhatiya min û berber û pismamê Pilingê li Hewselê

Berî ez herim Kurdistanê porê min pir dirêj bûbû, diket nav çavê min.

Xanimê got em rêwî ne, here ser berber, porê xwe hinekî kin bike.
Min got ezê li Diyarbekrê herim ser berberekî taybet. Dûra jî sebeb jê ra got.

Em çûn welêt. Çend roj derbas bûn, li Amedê ez û xanim çûbûn piyeseke kurdên Kurdistana Rojhilat. Berî piyes dest pê bike, li terasa salonê min bi çend xortan ra sohbet dikir.

Tirkiye ket feqa xwe

Li Sûriyê, li Efrînê serîhildana ereban li hemberî Tirkiyê surprîzeke kes ne li hêvîyê bû. 

Ez bawer dikim Erdogan û birêvebirên Tirkiyê jî li hemberî vê serîhildana ereban şeqizîn.

Tirkiyê ji bo leşkerên xwe hêz şand wan herêman. Gelo nuha ewê çi bibe?
Gelo Tirkiyê şerê çeteyên xwe bike?
Erebên serî hildan, ala tirk şewitandin gelo ewê teslîm bibin ya jî ewê şer berfirehtir bibe?

01 juli 2024

Tirs însên fêrî şelafiyê dike

Li welatên azadî lê tunebe, tirs lê hakim be ne ûjdan, zîrektiya şelafiyê bi pêş dikve.

Tirs însên bêşexsîyet dike, fêrî şelafiyê dike.

Lema li Tirkiyê, li welatên rojhilat şelaf pir in. Bi hezaran şelaf dîktatoran bi asîmanan dixînnin.

PARVE BIKE