07 juli 2024

Li Tirkiyê girî û şîn e

Min bawer nedikir Hollandayê zora Tirkiyê bibe, 2-1 qezenc bike, lê kir. Pir baş bû, kêfa min hat.

Baş bû tirkan do qezenc nekir, ji Berlînê serketî derneketin. Heger qezenc bikirana ew dîn bibûna, belkî bi sedan kesî xwe seqet bikira. Berlîn, Almanya serobinî hev bikirana.

Bi taybetî li bajarên Kurdistanê ewê milet ji guhan bikirana, ewê nehîştina îşev xew bi çavê kesî bibe.

Ji ber wê jî ez dibêjim baş bû, xwedê kir qezenc nekirin.
Tirk di serketinên sporê da xwe wenda dikin, xwe pir fahş û dîn dikin.


Helbet her kes bi serketina xwe şa dibe, kêf dike. Lê tu milet wek tirkan xwe fahş û dînomîno nake.Qezenckirina maçekê wek mezinahî û qehremaniya xwe dibînin. Gelek welatên ji Tirkiyê pir biçûktir hatine çarîkfînalê.
Nufûsa Îzlandayê 380 hezar e. Di sala 2016´a da Îzlandayê 2-1 berra Îngiltereyê da û derket çarîkfînalê.
Di 2014´a da Îzlandayê jî 2-0 berra Hollandayê da, 3-0 berra Tirkiyê da.
Yanî normal e, Tirkiye kanîbû bima fînalê, heta biba şampîyon jî. Ew kapasîte, potansîyel bi taximê Tirkiyê ra hebû. 

Lê tirk bi vî çavî li futbolê nanêrin, wek herbê dibînin. Problem di zihnîyeta wan da ye.

Lê bi baweriya min tirkan ji hollandiyan xweştir lîstin, fizîkî xurt vûn, xwe dikuştin. Di warê teknîk û kontrayê da ji Hollandayê pir baştir bûn.

Xwedê kir maç dirêj nebû, heger dirêj bibûya Hollandayê nikanîbû zora Tirkiyê bibira. Ew teknîk, ezm, îhtîras û fedekarî bi hollandiyan ra kêm bû.Tirkan wek taxim xwe dikuştin.

Tirkiye taximekî pir xurt e, lê baş bû têk çû, ji bo wan jî, ji bo me jî ev netîce baştir û bi xêrtir e. Em ji gelek teşxele û seqetiyên mezin xelas bûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE