07 juli 2024

NÎKE´yê li ser daxwaza Tirkiyê reqlama navê kurd û Kurdistanê tê da bû rakir

Marqa kinc û solan a bi nav û deng NIKE teslîmî gef û zextên Tirkiyê bû û reqlama xwe ya dawî, ji bo ku navê ”kurd û Kurdistanê tê” da hebû ji malpera xwe rakir.

NIKE´yê di reklama xwe ya dawî da gotinên sitrana koma “Bijî”yê bi kar anîbû.
Di sitrana reqlamê da dibêje, ”ez dixwazim zêrên xwe wek dayikek kurd bi xwe ve kim, ez ji viya hez dikim. Ji Londonê hetanî Kurdistanê.”

Tirkiye, ev dewleta qerase, zorba, çavsor ji vê reqlama NIKE´yê aciz û dîn bûye û îltomatom daye NIKE, gotiye heger hûn vê reqlamê ranekin, emê bazara Tirkiyê li we bigrin.
NIKE jî teslîmî vê daxwaza Tikriyê bûye û reqlama xwe rakiriye.
Bifikirin dewletek du gotinên reqlamekê, navê ”dayikek kurd û Kurdistanê” li hemberî xwe wek talûkeyeke mezin dibîne û bi zor wê reqlamê dide rakirin.
Serok û berpirsiyarên dewletekê çawa kanin tiştekî wiha bikin, çawa kanin hewqasî dîn, ji însanîyetê bêpar bin?
Ev, dînîtiyeke, nexweşiyeke bêemsal e, patalojîk e. Ji nazîzmê jî xerabtir e.

Dewletek nahêle di reqlamekê da navê kurd û Kurdistanê derbas bibe.

Li dinyayê faşîzmeke, irqçîtiyeke ji viya mezintir, ji viya hovtir tune ye.
Îcar ev dewlet, em milet ji kurdan ra dibêje di

Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê da çima hûn piştgiriya taximê me nakin?
Law hûn nahêlin li dinyayê navê kurd di reqlamekê da derbas bibe, emê çawa û bi kîjan aqilî ji we hez bikin û destegê bidin taximê we?
Nefreta hûn ji kurdan dikin, dijminatiya hûn bi kurdan ra dikin bêemsal e.
Li hemberî vê, hûn dixwazin dîsa jî kurd bibin amîgoyên we?
Hûn merivên nexweş in, motajî tedawiyê ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE