08 juli 2024

Kirîza 40 saliyê

Nivîseke min a 34 sal berê

1990
Gotina kirîzê(buhran, qeyran)gotineke fransî ye, çend maneyên wê hene.

Mesela kirîza siyasî, kirîza aborî ji bo me kurdan kirîzên herî nas in. Bi taybetî jî kirîza siyasî tu carî pêsîra me bernade.
Bêyî van herdu kirîzan, kirîza ji zaroktiyê derbasbûna xortaniyê jî heye.
Ev kirîz bi piranî xwe di nabêna salê 13-18´a da nîşan dide. Lê bi her kesî ra çênabe, lê heye.

Lê ji bo me kurdan ne talûke ye. Bêtir kirîzeke li Ewrûpayê xwe nîşan dide. Ji ciwanên me jî yên bi vê kirîzê dikevin hebin jî pir hindik in.
Kirîzeke herdem jî heye. Carnan însan çend salî be jî ji ber gelşeke mezin dikeve nava kirîzeke demkî.
Piştî çareseriya gelşê, kirîz derbas dibe, her tişt dîsa tê qeysa berê.
Meriv kane bibêje ji bo me kurdan ne kirîzeke zêde talûke ye, em kurd di nava gelşan da mezin dibin, jiyana mej i dergûşê, heta gorrê di nava derd û kulan da derbas dibe. Jiyana bindestiyê jixwe kirîzeke mezin e, koletî ye.
Lema em debax bûne, kirîzên wiha zêde me naêşînin.

Kirîza dil jî heye. Ev kirîz li gorî yên din pir talûke ye, yê carê pê bikeve zû bi zû jê xelas nabe. Dibê meriv bi vê kirîzê nekeve, xwe jê bihefidîne, dema pê ket jî tim li xwe miqate be.
Min bi van kirîzan gişan zanîbû, lê min ”kirîza 40 saliyê” ne zanîbû, ne jî bihîstibû.
Çendakî berê di rojnameyeke swêdî da navê vê kirîzê bi ber çavê min ket.
Li gorî nivîsê ”kirîza 40 saliyê” li Swêd gelşeke mezin e û salê bi hezaran swêdîyên dibin 40 salî bi vê kirîza xedar dikevin.
Netîceya kirîzê jî mêr û jin hevdu berdin, ji karên xwe derdikevin, dikevin kuçan, dibin alkolîst. Yanî îşê nemayî tê serê wan.
Li ciyê rehetiyê pergala xwe belav dikin, dibin alkolîst, bi kuçan dikevin. Bi destên xwe pergala xwe belav dikin.
Hûnê bibêjin heyran ev kirîza swêdiyan e, çi ji me ra, ma tu derd û kulên me kurdan nema tu rabûyî ji me ra qala vê kirîza swêdiyan dikî?

Rast e, lê çi heyf serî digihîje min jî, lema ez qalê dikim. Çimkî îsal ez jî bûm 40 salî. Ji bo wê jî tirsekê, xofekê ez girtime, gelo sera pîra ezê jî bi kirîza 40 saliyê bikevim ya nekevim?
Ji serê salê vir da ye destê min li ser dilê min e, ez wer li xwe miqate me, gelo tu kirîza 40 saliyê ewê xwe nîşan bide ya na?
Şikir heta nuha min tu nîşaneke kirîz mirîzê di xwe da nedîtiye. Hêvî dikim bi vê silametiyê xwe bigihînim hetanî dawiyê salê û ji vê talûkê xelas bibim.

Li alî din ez ji xwe ra dibêjim ev kirîz ya swêdiyan e, belkî wek kurdekî ez pê nekevim. Bi vê fikrê ez avê bi ber dilê xwe direşînim, xwe teselî dikim. De êdî ez û şansê xwe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE