09 juli 2024

Cenk Tosun: Wek tirkekî tu mecbûr î li hemberî hemû dinyayê şer bikî


Futbollîstê tirk Cenk Tosin di vîdeoyekê da dibêje:

”Ji bo ku em tirk in em bextewar in. Xwezî bi dilê kesê dibêje ez tirk im. Çimkî li vê dinyayê tirkbûn zor e. Ji ber ku tu ne li hemberî welatekî tenê, tu mecbûr î li hemberî tevayiya dinyayê şer bikî.”

Vîdeoya wî di malpera Necat Zanyar a X´ê da heye, ji bo ku axaftina wî bi tirkî ye min parve nekir.

Ev mêrik li Almanyayê mezin bûye û di di tîma Tirkiyê ya Millî da dilîze. 
Irqçîtiyê, pantirkîzmê ew kiriye nexweşekî patalojîk. Însanek ne irqçîyekî harê zir dîn be gotineke wiha nake.

Lê mezinên wî, birêvebirên Tirkiyê, mele, mamoste û alimên tirk jî her roj vê fikra paranoyak enjekteyî serê zarokên tirk dikin. Lema rebenan dîn bûne, dibêjin em mecbûr in şerê dinyayê bikin, çimkî her dinya hemû neyarê me ye.

XXX

Pasaporta Tirkiyê pir bêqîmet bûye, hema hema bûye wek ya Afganîstanê, Sûriyê.

Ewrûpa û gelek welatên din bêyî wîze tirkan nahêlin welatê xwe.

Gelek welat zahmetiyê ji hunermend, sporcî, akademîsyen, tucar-micarên tirk ra derdixînin. Ji bo îltîcayê pasaportên dîplomatîk didin kesên xwendin û nivîsandina wan tune ye.

Cotkaran wek tuxtoran, wek profesoran dişînin konferansên navnetewî.

Ji bo wê jî dinya ji Tirkiyê, ji tirkan, ji her tiştê wan ditirse, bi şik lê dinêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE