09 juli 2024

Ziman û qerekter

Çiqasî rast e ez nizanim, lê li gorî tezeke, nezerîyeke psîkologan meriv bi çend zimanan zanibe hewqas qerekterên(şexsîyetên) cihê bi meriv ra çêdibin. Yanî her zimanek bi meriv ra qerekterekê peyda dike.
Lema dibêjin her zimanek însaneke.

Ev dîtin ne henek menek e, îdîayeke cidî û ilmî ye.

Çimkî ziman ne tenê navgînek ragihandinê ye, di eynî wextê da ji bo însên sermayek e, nasnameya meriv diyar dike.

Bi baweriya min jî ev ev dîtin, ev îdîa rast e. Tesîra zimên li ser şexsîyeta meriv heye. Li gorî însên diguhere, lê tesîr heye.
Meriv bi kîjan zimanî bifikire di bin tesîra wî da, wê kulturê da dimîne.
Çimkî bêyî sebebekî wiha ne mimkûn e meriv kanibe gelek kesên derdora xwe yên xwedî çend şexsîyet fahm bike.

Piştî min ev tez xwend, min baştir fêm kir çima gelek însanên me hewqasî bêîstîkrar in, çima bi wan ra şexsîyeteke saxlem tune ye, çênebûye.
Wek rîsê meriv di denê da ke, rojê dikevin boyaxekê; zû lê sor dibin, zû diqeherin û zû jî poşman dibin.
Camêr seetê carê fikrekê diparêze, mehê carê siyasetekê diguhere, heta serî negihîje wî rastgot ye, lê gava serî gihîşt wî dibe bêbext û derewçînekî bêemsal.
Feqîreke, nikane quloçên du bizinan bigihîne hev, lê bi çavê aqilmendê dinyayê li xwe dinêre.

Heta hevalê te ye pesnê te dide, roja ji te dixeyide te dike binê erdê, te dike pîstirînê dinyayê.
Bi exlaq, rûbûn û rûniştina xwe ne gundî ye, ne jî bajarî ye. Ne tam rast e, ne tam çep e. Wek gogercînê teqlebaz e.
Welhasilî kelam xwedî qerekterekî tevlihev e.
Hetanî nuha min sebebê vê şexsîyeta tevlihev a hin însanên me nizanîbû. Bi fêrbûna vê teza min xwend, min fêm kir sebeb zanîna çend zimanan e. Zanîna her zimanekî şexsîyetek bi gelek însanên me ra peyda kiriye. Yanî tirkî tesîr li şexsîyeta însanên me jî kiriye.
Lê zimanê tirkî ne bes bû, di van salên dawî da çend zimanên din jî li me zêde bûne. Angorî zanîna çend zimanan qerekterên hin însanên me jî zêde û pirreng bûne.
Maneya wê jî ev e, kurdek(bira kurdên perçên din xwe nexeyidînin)kane him wek kurdekî bifikire, him wek tirkekî û carnan jî wek swêdîyekî bifikire.
Ma hewqas kurd belasebeb bûne hevalên tirkan, nivîskar û hunermendên tirkan?
Ji ber ku tirkî, asîmîlasyonê şexsîyeta wî ya kurdî zeîf kiriye.
Ji ber ku şexsîyet û qerekterekî wî yê xurrî kurdî tune ye, şexsîyeta wî bûye tevliheviyeke wek şîva gavanan.
Merivekî xwedî hewqas qerekterên cihê, kî kane bizanibe kînga ewê çi bike, kînga ewê çi neke?

1990

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE