09 juli 2024

Me du kalên rîsipî îro nostaljiyek baş kir

Dostê minê hêja yê 44 salan Memo Yetkîn ji Brukselê hatiye Stockholmê.

Îro ez û wî li Stockholmê, li quncikê pastaxaneyek sakîn hatin ba hev. Me têr qala sal û demên borî kir. 

Nostaljî xweş e. Hewcedariya ruhê kalên wek me bi nostaljiyê heye. Dibe wek xwendina romaneke bîranînan. 

Meriv bi hev ra dixxwîne, hin bûyeran, serpêhatiyan tîne bîra hev. Hafize teze û şiyar dibe.

Bi vê sohbeta îro ya xweş bîna me herduyan jî fire bû.
Berê me her roj hevdu didît, nuha bûye ji çend salan carê. Lema jî hevdîtin û sohbet li gorî berê şîrîntir e.
Kekê Memo, bêyî sohbetê kareke din jî kir, min 4 kitêbên xwe(
Rojnivîskên sirgûnekî, Sitriyên me, Hindik-Rindik, Bide dû dilê xwe)diyarî kitêbxaneya wî kir. Bide dû dilê xwe, romana Sûsanna Tamaro ye, min ji swêdî wergerand kurmancî.
Li Brukselê kitêbxaneyeke wî ya mezin heye. Li dora 20 hezar kitêb di kitêbxaneya wî da hene, tim di xizmeta lêkolîneran da ye.

XXX

Pûlisên tirk îro li Amedê girtine ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û mala berdevkê platformê Ferîd Azad. Ferîd Azad desteser kirine. Ez vê êrîşa pûlisan şermezar dikim. AMED - Polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe de girt

Dibê baroya abûqatan û pertî li van ciwanên kurdperwer, welatparêz xwedî derkevin. Fikrê van ciwanên hêja dewleta dagirker nerehet kiriye, lema bi operasyonên wiha dixwazin xortan çavtirsiyayî bikin, dengê wan bibirrin. Hêz û kesên welatparêz dibê dibê bêdeng nemînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE