10 juli 2024

Sirrên umrekî dirêj û bi sihet

Gelek kes li riyên umrekî(jiyaneka) dirêj û bi sihet digerin, ji bo wê gelek metodan diceribînin.

Li gorî pisporan bersîva vê yekê rehet e. Parêzeke bi denge, yanî ne kêm, ne zêde, jiyaneke aktîf, bi hereket, xeweke têra xwe têrê dike. Û dibê meriv xwe ji xirrecirên zêde, teşxeleyan jî biparêze, ji xwe ra sitresê çêneke.

Bi jiyana aktîf, bi hereket ra dibê meriv li xwarin û vexwarin jî miqate be, xurekên bi fêde bixwe, sebze, mêwe ji ser xwe kêm neke.


Li gorî pisporan, dîyetîstan firingî, mast, brokolî, pûrteqal, bacik, masîyê laks, bezelye, gûz, kundur, fasûlî, nîsk, nok, nîspenax ji bo siheta meriv baş in, dibê meriv van xurekan heftê 3-4 caran bixwe. 

Xwedêgiravî him di warê estetîk, bîyolojîk da meriv ciwan dihêlin, him jî umrê meriv dirêj dikin.

Dendikê kundira, pîvaz, sîr, zencefîr, hinar, findiq jî pir baş in, dibê meriv wan jî bixwe.

Herçî pîvaz e, sîr e, zencefîr e, firingî ye, nîsk e, nok e, masî ye, hişinayî yanî pel û pincar wele em her roj dixun.

Hema hema tu şîva ne bê pîvaz, jîr, zencefîr û firingî ye.


Heger tiştên pispor dibêjin rast bin, ew xurek bi rastî umrê meriv dirêj dikin û meriv ji nexweşiyan diparêzin, wê çaxê me him umrê xwe çend sal dirêj kiriye, him jî nexweşî ji xwe dûr xistine. 

Çimkî em her roj wan xwarina dixun û li dora du seetan jî dimeşin.

Di mesela meşê da her pisporek, tuxtorek tiştekî dibêje, hinek dibêjin rojê 2 hezar gav meş têrê dike, hinek viya dikin 5 hezar gav, hinek jî dibêjin dibê meriv rojê 8-10 km. bimeşe.

Em rojê di nabêna 6-8, carnan jî 10 km. dimeşin. Yanî em şertên jiyaneke dirêj û bi sihet, ji nexweşiya dûr bi cî tînin. Heta nuha bêyî çend nexweşiyên biçûk baş derbas bûye, hêvî dikim wiha dom bike.

XXX
Li Skarholmenê çûm ser tuxtorê cildiyê; Afecto, merkeza tendurustiyê. Ez nikanim porê xwe şeeh bikim, gav şeh bi serê min dikeve pir diêşe. Fena serê min birîn û gul be. Berê jî çûbûm ser tuxtor, xanimê şampuonek da min, lê qet fêde neda min. Hergî çû xerabtir bû. Tuxtor got ekzem e, aveka bi navê Ovixot 1mg/g Kutan losning da min. Ezê rojê carê sê hefta tê bidim.
Piştî tuxtor, min hemşeriyê xwe Alî Tuysuz hevdu dît. 

Min hinek qahwa kizwana dayê, wî jî îsot da min. Em li derekê rûniştin, me qahwak vexwar û bîstekê sohbet kir. Me derdê xwe ji hev ra got.
Derdê me herduyan jî giran e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE