11 juli 2024

Hekem neheqiyeke mezin li Hollandayê kir

Têkçûna Hollandayê di deqîqeya 90´î da ne karê aqil e, trajîk e. Dilê min pir bi wan şewitî. Quzê gur bi îngilîzan ra bû, xolê xwe avêtin û maç qediya.

Xwezî maç dirêj bibûya, bi vî hawî neqediya. Ev şikil wendakirin bêşansiya Hollandayê ye.

Penaltiya hekem da Îngilistanê ne penaltî bû, xolekî belaş bû, neheqiyeke mezin li Hollandayê kir. Bi baweriya min biryara penaltiyê skandal bû. Di maçeke hewqasî muhîm da dibê şaşiyên wiha nebe, taximê heq kiriye here fînalê.

Tu pisporekî swêdî negot penaltiye, biryara hekem rast e. Her kesî got ne penaltî bû, hekem biryarek neheq da.

Lê min texmîn dikir îngilîzê qezenc bikin.

 XXX

Maça Îngilistanê û Hollandayê dest pê kir. Bi texmîna Hollanda nikane zora Îngilistanê bibe. Îngilistanê qezenc bike û bi Îspanyayê ra fînalê bilîze.

 

Îspanya taximekî xurt e. Lê îhtîmala Îngilistan zêr bigire zêde ye. Ez wer texmîn dikim.

Ecêba giran, min çer twîtta xwe parve kir, Hollandayê xolek avêt. Lê hîn destpêk e, heta dawiyê meriv nizane çend xolên din ewê werin avêtin.

XXX

Li Swêd, li bajarê Borlengeyê 300 muzîkjen û sitranbêjan sitraneke kurdî ya zarokan sitran.

Gelek sipas ji bo hunermendên ev kar kirine. Ez we ji dil û can pîroz dikim. Mala we ava be. We ji miletê xwe ra karekî baş kiriye.

 

Koalîsyona Erdogan û Baçelî heta bigihîje tuxtoran jî kirine gurên har. Mêrikan gurîtiya xwe jî venaşêrin.

Xwedêgiravî vana sonda hipokrat xwarina.

Nuha kurdek, ya jî yekî ne faşîst, li dijî gurên boz ewê çawa baweriyê bi van guran bîne û xwe têxe binê kêrên wan?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE