11 juli 2024

Hekemê kor

Di orta maçeka futbolê da lîstikvanekî xwe nêzî hekem kir, jê ra got:

-Navê kûçikê te çi ye?
Hekem matmayî ma, got:
-Kûçikê min tune ye.
-Pir ecêb  e, him tu kor î, him jî kûçikê te tune ye!

XXX

Ew jî wer dike

Maç qediya, ji bo ku ji stadyûmê derkevin her kesî hucûmî derî kir. Xortekî nexwest têkeve nava wê qelebalixê, ji xwe riyeke rehettir hilbijart, xwe ji ser dîwêr hol kir.

Bekçîyekî jê ra got:

-Ma tu nikanî ji ciyê tu hatî herî?

Xort got:

-Ê ji xwe ez jî wer dikim…

 XXX

Dixwaze tuxtor xelat bike

Tuxtorê tîmarxanê biryar da mêrikê dîn tabûrcî kir, şand mala wî.

Kêfa yê dîn hat, ji tuxtor ra got:

-Tuxtor beg, ji bo vê çêyiya te ezê cotek qondere ji te ra çêkim. Lê min got bipirsim, bira paniya wê li pêş be, ya li paş be?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE