12 juli 2024

Çi kanibe zirarê bide kurdan Tirkiye dixwaze wê bike

Hin kes dipirsin, dibêjin gelo Tirkiye ewê penaberên Sûrî paş da bişînin ya na?

Çi li dijî kurdan be, çi kanibe zirarê bide kurdan Tirkiye ewê bike, dixwaze wê bike.

Siyaseta Tirkiyê pir eşkere ye, ji A hetanî Z li ser asasê antî-kurd e.

Erdogan-Bahçelî dixwazin bi Beşar Esed rar li hev bikin, rê li ber statu û azadiya kurdan bigirin.

Lê helbet nikanin sûrîyeyiyan gişan ji kok da bişînin, çimkî gelek bûne hemwelatîyên Tirkiyê.

XXX

Mimkûn e, meriv ji cîranê xwe hez neke, nexwaze silavê bidê, nexwaze pê ra dostiyê bike.

Lê ev yek dibê nebe sebebê meriv êrîşî cîranê xwe bike, xaniyê wî xera bike, hewşa wî dagir bike, mala wî talan bike.

Tiştê Tirkiye li hemberî me, Sûriyê û Îraqê dike ev e. Êrîşî cîranên xwe dike, welatên wan dagir dike, me dikuje, gundên me, malên me bomberan dike.

Cîraniya tirkan tim ne baş bûye, tim bela xwe di cîranên xwe dane, xwestine malên wan, welatên wan dagir bikin.

XXX

Meriv ne hesûd, edxem, û muzir be baş e. Hinek pir partîperest û serokperest in. Gava ne ji taximê wan be, li têla wan nexîne, kî çi karê baş bike jî ji nedî va tê, tu carî teqdîr nake, naşêkirîne.

Bira ne ji cepheya te be, gava yekî ji miletê xwe ra, ji welatê xwe ra karekî baş kir teqdîr bike.

Gava ji cepheya wî be bi çar çavan dibîne û bi asîmanan dizîne, lê heger ne ji partiya wî, ne ji cepheya wî be çi karê baş bike jî tu carî teqdîr nake, bahsê nake. Ev ne xisletekî baş e.

XXX

Gotinên li ser navê Denîz Undav tên belav kirin ne rast in, çimkî tu hesabekî wî yê medyaya sosyal tune ye, hinek li ser navê wî hin gotinan belav dikin. Ev viya nuh fêr bûm.

Min ev yek nizanîbû. Yên li ser navê wî dezînformasyonê belav dikin bêexlaqiyê dikin.

Wê demê tiştê min wek gotinên wî belav kiriye ne rast e, camêr tiştekî wer negotiye.

Zekî Ozmen :

Hesabên medyaya civakî yên lîstikvanê futbolê Deniz Undav nînin. Hesabên ku li vir hene jî yên sexte ne ku li ser navê wî hatine vekirin.

 XXX

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad û hevalê wî Behçet Çîftçî îro hatin tewqîfkirin.

Pûlisan du roj berê li Amedê girtibû ser malên wan û çend kes girtibûn.

Ez girtina van xortên hêja şermezar dikim. Wan tenê nehêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE