12 juli 2024

Germa havînê meriv tembel dike

Îro li Stockholmê 25 derece germ e, destê min ji sîyê û û honikahiya hewşê nabe.
Gava hewa wiha germ dibe, canê meriv giran dibe, meriv naxwaze here hundur û li ber kompîtorê rûne û bike şeqeşeq.
Meriv dixwaze li ber siyê rûne, qahwa xwe vexwe û bixwîne. Lê piştî demekê ez di xew ra diherim.

Vêsê piştî xurîniya sibê min çû gerra xwe kir û hatim. Xanim pencereyan(paceyan) paqij dike, nehîşt ez pak bikim, me pevçinî. Min satil avêt, min kar jê ra hîşt. 

Di karê malê da, em li hev nakin, gelekê caran em dikevin gewriya hev. Pir dike pitepit, pir midaxele dike. Ev yek min pir aciz dike.

Ji dêlî pakirina pencereyan min gîha hewşê çinî, min pakirina pencereyan jê ra hîşt. Gîha hewşê dirêj bûbû, xweş xuya nedikir, nuha pir xweşik xuya dike.

Li hewşê, bin altanê da rûniştime, li muzîkê gudarî dikim. Min radyoya Kurd 1´ê vekiriye, Eyşe Şan xanim kilama "Welatê min Diyarbekir"ê dibêje, bi hezkirin lê guhdarî dikim.
Xwedê kir Kurd 1 heye. Carnan lê guhdarî dikim. Sitranên pir xweş diweşînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE