Di wext û zemanekî berê da yekî cihû(yahûdî) çûye li Qeyseriyê bi cî bûye. Navê wî Moîz bûye. Li çarşiya sergirtî ji xwe ra dikaneka kirê kiriye. Ji cîranên xwe na pirsîye:
-Bi ya we li vê çarşiyê dibê ez xwe ji kê biparêzim, hevza xwe ji kê bikim?
Ji tucaran yekî, dikaneka hinekî wê da nîşanî Moîz efendî daye, gotiye:
Moîz meraq kiriye, xwestiye Ebas Axa nas bike. Lêxistiye çûye dikana Ebas Axa. Bala xwe dayê dikan vik û vala ye. Jê ra gotiye:
-Ebas Axa, ma tu alvêra çi dikî, çi dikirî û difroşî?
Ebas Axa gotiye:
-Ez her tiştî dikirim û difroşim. Mesele heger tu qebûl bikî ez diranên te dikirim.
Moîz matmayî maye, gotiye
-Ev çi gotine, tiştekî wiha qet dibe!
Ebas Axa fotiye:
-Çima nebe? Ez diranên te bi 10 zêran dikirim. Bira hetanî dawiya umrê te di
devê te da bimînin, piştî tu mir bira bibin yên min.
Moîz di dilê xwe da gotiye:
-Tew, ma ev kawikê(safê) hanê ewê kone be? Baş e ku ez hatime Qeyseriyê. Bi
xêra kêmaqilên wiha ezê li vir perakî baş qezenc bikim.
Moîz wiha fikiriye, dû ra jî pêşniyara Ebas Axa qebûl kiriye, gotiye:
-Min qebûl e, ka 10 zêrî bide.
Ebas Axa 10 zêr danê. Moîz bi kêf xatir jê xwestiye, çûye dikana xwe.
Çend roj di ser ra derbas bûne, Ebas Axa, du kes pê ra çûne dikana Moîz. Selamun
eleykum, eleykum selam. Ebas Axa ji Moêz ra gotiye:
-Mişterî(bikirr) ji diranên te ra çêbûn. Dixwazin mêl(mal) bibînin. Devê xwe
veke, bira bikirr lê binêrin.
Moîz şeqiziye, bi hêrs gotiye:
-Ka diran hetanî mirinê ewê yên min bûna?
Ebas Axa mizicî ye, gotiye:
-Metirse, ez nuha difroşim, lê teslîmîyet ewê piştî mirina te be.
Moîz ji mecbûrî devê xwe vekiriye.
Mişteriyan 12 zêr fîyet li diranên Moîz kirine. Ebas Axa pêşniyar hindik
dîtiye, red kiriye, nefrotiye.
Roja din Ebas Axa bi çend mişteriyên din ra dîsa çûye dikana Moîz. Mişterîyan
dîsa devê Moîz vekirine, dîsa li diranên wî nêrîne, bazareke nuh kirine.
Mişteriyan vê carê 15 zêr teklîf kirine. Ebas Axa ew teklîf jî hindik dîtiye, dîsa
nefirotiye.
Roja sisiya, roja çara, roja pênca Ebas Axa her roj hin mişteriyên nuh birine
li diranên Moîz nêrîne. Ebas Axa bi kesî ra li hev nekiriye, pêşniyara bikirran
tim hindik dîtiye. Vê yekê çend rojan wiha dom kiriye. Dawiya dawî rojekê Moîz
bi Ebas Axa da teqiya ye, bi hêrs jê ra gotiye:
-Law te ez kirime dewsa kerê li mazatê tê firotin, her roj çend cambaz tên devê
min vedikin, li diranên min dinêrin. Ez hew qebûl dikim! A ji te ra 10 zêrê te
û here.
Ebas Axa keniya ye, gotiye:
-Na lo, te bê wê derê gotiye, ma ez zarok im tu min bixapînî? 20 zêr di wan
diranên wek mircanan dan min nefirot. Ez ji 30 zêrî kêmtir paş da nadim te.
Moîzê feqîr ji dêlî ku her roj ji çend mişteriyan ra devê xwe veke, dana 30
zêrî qebûl kiriye, 30 zêr dane Ebas Axa.
Ebas Axa zêrên xwe kirine bêrîka, bi rûkenî ji Moîz ra gotiye:
-Te dît, gava min ji te ra got ez her tiştî dikirim û difroşim, te ji min bawer
nekir !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar