14 juli 2024

Îro mala me şên bû

Îro Arasê me hatibû sedana kalik û pîrika xwe. Bi hatina wî mala me şên bû, em pir kêfxweş bûn. Zarok êmîşê malan e.

Min jê ra kompîtor vekir û bîstekê li lîstik û muzîka kurmancî guhdarî kir. Kêfa wî pir jê ra hat, dîn bû, dikira klaviya min bişkanda.


Ez ji niha da wî fêrî dengê kurdî dikim. Dar bi terrî xwar dibe.
 

Dibê ji nuha da dengê kurdî û muzîka kurdî bibihîze, guhên aşînayî muzîka kurdî bibe. 

Ji bo ku dema mezin bû jê ra xerîb neyê, jê hez bike.



XXX


Serokê Amerîka yê berê Donald Trump li Pennsylvaniayê di mîtîngê da hat gulebarankirin.

Donald Trump ji belka guhê xwe sivikî birîndar bû.

Piştî êrîşê Donald Trump gotiye:

Gule ji belka guhê min ê rastê derbas. Du kes mirin. Yek ji wan êrîşkar e. Navê wî Thomas Matthew Crooks 20 salî ye.”

Êrîşên wiha wiha bûne beşekî kultura amerîkiyan a siyasî.

Donald Trump nemir, lê hilbijartin qediya, kî bibe raqibê wî jî Donald Trump qezenc kiriye, cara duda serokê Amerîkayê ye.

XXX

Seet 11 û nîvê şevê ye. Li salonê ez tik û tenê me, xanim raketiye. Ez ”Revde gurg”a Husên Arif dixwînim. Ximîna baranê ye. Dengê ximîna baranê bala min belav dike, ez nikanim baş konsetreyî mijarê bibim. Lê destê min ji romanê nabe, ezê dom bikim.
2024-07-13

XXX

Meriv di fikrê xwe da azad be, ne terefgîr û murîdê partiyekê, serokekî be xweş e.

Terefgirî, piştgiriya daimî, di her warî da meriv kerr û kor dike, rastiya herî beloq jî nabîne, ya jî dibîne lê çavên xwe û guhên xwe jê ra digire.

Rexnekirina dijmin û mixalifên xwe rehet e, her kes kane bike, ya muhîm dibê meriv şaşiyên, xerabiyên hevalên xwe jî bibîne û ne parêze.

 XXX
Di gerra xwe ya îro da, li nêzî mala me, me du xezal dîtin. Min ji dûr va rismê wan girt. Nereviya, bi meraq li min nêrîn.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE