14 juli 2024

Îspanyayê bi lîstika xwe şampîyonî heq kir


Texmîna min rast derket, Îspanya ev cara çara ye dibe şampîyon; (1964, 2008, 2012, 2024).

Baş bû maç dirêj nebû û nema penaltiyan. Dibê tu taxim di futbolê da bi penaltiyan nebe şampîyon. Ji ber ku maç di 90 deqeyî da qediya pir baş bû, li gorî dilê min bû.

Îngilîzan xerab nelîstin, lê îspanî ji wan baştir bûn û pirtir şansê gol bi dest xistin.

Bi ya min Îspanyayê şampîyonî heq kir. Ji xwe Îngiltere bi neheqî man fînalê, belkî baş bû nebûn şampîyon.

Lê bira îspanî rabin û rûnin, ji Danî Olmo ra dua bikin. Olmo di saniyeyên dawî da xolek bi serê xwe ji ser çixîzê derxit. Sedîsed xol bû, lê Olmo nehîşt top çixîzê derbas bike.
Berê qeleban xelas kir, cara duduya Olmo bi serê xwe top ji hundur derxist û Îspanya kir şampîyon.

 

Maça Îspanya û Îngilistanê dike dest pê bike. Bi texmîna min Îspanya ewê qezenc bike. Lê di futbolê da her tim surprîz hene. Hela em bibêrin ewê çawa bibe.

Hêvî dikim maç di wexta xwe da biqede, dirêj nebe, nemîne penaltiyan. Maça şampîyoniyê dibê bi penaltiyan neqede.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE