15 juli 2024

Şertên Îslamê

Yekî cihû(yahûdî)çûye ba cîranê xwe yê kurd, gotiye:

-Nêta min heye ez bi misilman bim. Gelo şertên Îslamê çend in?
Yê kurd bîstekê fikiriye, dûra gotiye:
-Şertê îslamê 8 in.
Mêrikê cihû gotiye:
-Yaho çawa dibe, tiştê min ji der û dora xwe bihîstiye gerek 5 be.
Yê kurd gotiye:
-Destpêkê, dema ji me ra hat 5 bû, lê dûra zêde bû….

XXX

Sirrê sinet
Qumsêr ji diz pirsî:
-Çar kûçikên malikê hene, hela bibêje, te çawa kanîbû mirîşkê ji pînê bidize û kûçik bi te nehesin?
Diz got:
-Qumsêr beg, ez wiya nabêjim, ew sirrê sinet e, sirrê sinet nayê îfşakirin.
Qumsêr got:
-Lê ez kanim bidim gotin!
Diz:
-Ew jî sirrê sinetê te ye.

XXX

Lîstikvanên lîga duduya

Li Almanyayê li ser mistewa xelkê ya kulturî anketek çêdikirin, ji xelkê dipirsîn:

-Navê sê almanên meşhûr, bi herfa B dest pê dike bibêjin.

Yekî navên sê futbolîstan rêz kirine:

-Beckenbauer, Ballack, Bonhof!

Yê anket çêdikir gotiye:

-Ma navên Bach, Beethoven, Brecht, Böll, Brahms nayên bîra te?

Mêrik bi rûkenî gotiye:

-Li qusûra min nenêre, ez lîstikvanên lîga duduya nas nakim!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE