15 juli 2024

Bi dara xwe ya giryazê em xenê bûne

Îro pir xebitîm, ji kar qet venehesîyam, pir westîyam. Ji vêsê da ye nuh têm ber kompîtorê.

Piştî nivîsa xwe ya sibê, min çû şekirê reçelê(şekirê bi pektîn) kirî û hatim. Dûra jî bi dara me ya giryazê(wîşneyê, qeresîyê)da hilperikîm, min 5 kîlo wîşne top kir.

Min wîşneyên xwe çend caran baş şuşt, dendikên wan jê derxistin û kir reçel.
7 şûşe ji hilberîn û keda min a îro derket.

 Lê hîn neqediya ye. Dara me îsal pir girtiye. Ezê sibe jî dom bikim, hîn pê va pir in. 

Piştî min dar baş rût kir, giş kir reçel, ezê rismekî par ve bikim. Hûnê bibînin min çi karekî baş kiriye!

Nuha karê min nîvçe ye, lema tu risman parve nakim.
Xanimê îro qet alî min nekir, got ez keraşo me û dûra jî ket hingedinga şîvê.

Lê ez heqê wê ji bin da nexum, ji min ra beroş û kursiya ez li ser rûniştim anî. Dûra beroş da ser kuçik. Ji bo ku bibêje wê jî karek kir.

Min bi tena serê xwe ew kar kir, zexîra payizê û zivistanê ji nuha da avêt ji binê kulînê da.

Reçela wîşnê bi mast ra pir xweş e, ez carnan lê dikim. Li ber xurîniya sibê jî xweş e.

Reçelên hazir nayên xwarin, meriv nizane çi tevê kirine, ya me xalis muxlis organîk e.

Ev çend sal in em pê xenî bûne.Helbet em zikata wê jî didin. Yanî em tenê naxun, zarokên me û hinekên din jî jê bêpar namînin.

Lema ez dixwazim zêde be. Zêde be serê me naşkîne, li erdê namîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE